Leşkerên Tirk ciwanek li ser sînor qetil kir

Leşkerên artêşa Tirk ciwanek ji pêkhateya ereb dema hewl dida li gundê Eyn Dîwar, derbasî Tirkiyê bibe, qetil kir.

Leşkerên Tirk ciwanek li ser sînor qetil kir
12 gulan, 2022   06:52
QAMIŞLO

Duh êvarê ciwanê bi navê Yehya Dexîl (22) ê ji pêkhateya ereb ku ji gundê Wanik ê navçeya Dêrikê ye, hewl da li gundê Eyn Dîwar li nêzî pira Bafid derbasî Tirkiyê bibe. Lê leşkerên artêşa Tirk gule lê reşand û di cih de qetil kir.

Şêniyên gundê Eyn Dîwar cenazeyê Yehya Dexîl rakir nexweşxaneya Watanî.

(eh)

ANHA