​​​​​​​Emîna Omer: Projeya bicihkirina koçberan gefan li ewlehiya civakan dixwe

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer da zanîn ku plana bicihkirina penaberên sûrî li derveyî herêmên wan, planeke bicihkirinê ya xeternak e û çareseriya siyasî ya sûrî asteng dike. Her wiha destnîşan kir ku bêdengiya civata navneteweyî destekê dide dewleta Tirk ku sûcên xwe berdewam bike.

​​​​​​​Emîna Omer: Projeya bicihkirina koçberan gefan li ewlehiya civakan dixwe
12 gulan, 2022   05:51
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Dewleta Tirk bi rêya koçberên Sûriyê siyasetek piralî dimeşîne. Di demên dawî de koçber weke kaxizekê li dijî Ewropayê, di hundirê Tirkiyê de jî weke karkerên destheq erzan û ji bo pêkanîna guhertina demografiyê li herêmên din bi kar anîn.

Di demên dawî de serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan behsa pilana bicihkirina milyon koçberên sûrî li herêmên Sûriyê yên dagirkirî kir. Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bi fînanseya komeleyên qeterî û kiwêtî gelek avahiyên mêtîngeriyê ava kirin ku Erdogan plan dike wan koçberan tê de bi cih bike.

45 rêxistinên hiqûqî, rojnamevan û civaka sivîl bang li sekretêrê giştî yê NY û YE`yê kir û hişyarî ji xeteriya plana dewleta Tirk ji guhertina demografiya Bakurê Sûriyê da.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) Emîna Omer ji ANHA`yê re diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk li hember koçberên sûrî siyaseta şantajkirinê ye û wiha axivî: "Di destpêkê de dosyaya koçberan di aliyê mirovî de hate bikaranîn. Niha jî di aliyê siyasî de weke kaxizeke serkeftî di hilbijartinên pêş ên dewleta Tirk de tê bikaranîn."

`VALAKIRINA HERÊMÊN KURDAN JI ŞÊNIYÊN WAN Û GUHERTINA NÎŞANEYÊN WAN`

Emîna Omer teqez kir ku armancên dewleta Tirk ji planê eşkere ne, ew jî valakirina herêmên kurdî ji şêniyên wê, guhertina nîşaneyên wê, tunekirina nasnameya wê ya çandî ye û wiha domand: "Civata navneteweyî bi bêdengiya xwe li hember sûcên li herêmên dagirkirî pêk tên, nikare ji berpirsyariya xwe ya li hember van sûcan bireve."

Emîna Omer got bêdengiya civaka navneteweyî tê wê wateyê ku wê rê daye dewleta Tirk ku sûc, binpêkirinên xwe û pêkanîna komkujiyan, berdewam bike.

Emîna Omer destnîşan kir ku projeya bicihkirina koçberên sûrî li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin projeyeke bicihkirinê ya xeter e, armanca wê jî; serweriya dewleta Tirk ferz bike, dagirkirina wê li herêmê berfirehtir bike û wiha pê de çû: "Ev proje hebûn, çand û dîroka Kurdan û gelên din dike hedef. Her wiha çareseriya siyasî ya Sûriyê asteng dike. Helbet ev karekî nijadperestî ye û ji bingeha dijminahiya dîrokî ya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û tunekirina Kurdan ji holê, tê kirin."

Emîna Omer diyar kir ku rêbazên dewleta Tirk heta asteke mezin li gorî nêrîna hikumeta Şamê ye û ev tişt got: "Her du jî li ser esasê desthilatdariya navendî ava bûne ku şêniyan bitirsînin û bigirin da ku wan koçber bikin, her wiha dev ji berpirsyariyên xwe ji bo parastina şêniyan û pêkanîna ewlehiyê berdin."

Hevseroka MSD`ê Emîna Omer binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Gefan li ewlehî û aramiya civakan dixwe. Guhertina demografiyê li wan herêman mayînde dike. Em bang li civata navneteweyî dikin ku destwerdanê bike û derfetê nede dewleta Tirk ku projeyên wê yên mêtîngeriyê li Sûriyê, pêk bîne."

(bx)

ANHA