​​​​​​​Li Şêxmeqsûd berxwedana gerîla hat silavkirin û şehîd Mizgîn hat bibîranîn

Tevgera Hîlala Zêrîn li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo piştgirî bide berxwedana gerîla, meşek li dar xist, her wiha li navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê jî bi şahiyekê şehîd Mizgîn hate bîranîn.

​​​​​​​Li Şêxmeqsûd berxwedana gerîla hat silavkirin û şehîd Mizgîn hat bibîranîn
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd berxwedana gerîla hat silavkirin û şehîd Mizgîn hat bibîranîn
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd berxwedana gerîla hat silavkirin û şehîd Mizgîn hat bibîranîn
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd berxwedana gerîla hat silavkirin û şehîd Mizgîn hat bibîranîn
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd berxwedana gerîla hat silavkirin û şehîd Mizgîn hat bibîranîn
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd berxwedana gerîla hat silavkirin û şehîd Mizgîn hat bibîranîn
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd berxwedana gerîla hat silavkirin û şehîd Mizgîn hat bibîranîn
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd berxwedana gerîla hat silavkirin û şehîd Mizgîn hat bibîranîn
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd berxwedana gerîla hat silavkirin û şehîd Mizgîn hat bibîranîn
11 gulan, 2022   19:19
HELEB-ARIF SILÊMAN

Bi sedan şêniyên taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên civaka sivîl û Tevgera Hîlala Zêrîn li ber geraca Efrîn a kevin li beşa rojhilat a taxê li hev kom bûn û ji bo piştigirî bidin berxwedana gerîla meşek li dar xist.

Meş ji ber geracê dest pê kir, li nava kolanên taxê geriya, tê de diruşmên silavkirina şehîdan û berxwedana gerîla hatin berzkirin û li qada Cebanat a rojhilatê taxê rawestiya.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Tevgera Çand û Hunerê Ridwan Agirî axivî û bal kişand ser êrişên dagirkeriyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK'ê.

Agirî got: "Êrişên dagirker û xayînan dê vîn û berxwedana gerîlayan neşikîne, PDK'ê planên dagirkeriyê yên vegerandina dagirkeriya Osmanî dimeşîne. Ev êriş wê bi berxwedana gerîla û fikrê rêber Ocalan têk biçin."

Kombûn bi însyatîfa Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo veguherî şahiya bîranîna şehîd Mizgîn"Gurbet Aydin".

Cihê şahiyê bi wêneyên şehîd Mizgîn, alên Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê hat xemilandin.

Endama Rêveber a Navenda Cemîl Horo, Hediye Osman behsa jiyana şehîd Mizgîn, têkoşîn û hunera wê kir.

Piştre koma şehîd Vejîn ya Tevgera Hîlala Zêrîn çend stranên şehîd Mizgîn û stranên şoreşgerî gotin.

Hunermend Fatme Ebdo jî çend stranên şoreşgerî û folklorîk gotin.

Şahî bi pêşandana sînevîzyonekê der barê jiyana şehîd Mizgîn, wêne û dîmenên wê li çiyayên Kurdistanê bi dawî bû.

(şt)

ANHA