Di topbarana gundê Ewn Dadat de 2 welatî birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ewn Dadat ê gundewarê bakurê Minbicê topbaran kir, di encamê de 2 welatî birîndar bûn.

Di topbarana gundê Ewn Dadat de 2 welatî birîndar bûn
11 gulan, 2022   18:25
MINBIC

Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê topbaran dikin.

Di encama topbaranê de 2 welatî birîndar bûn.

(fr)

ANHA