​​​​​​​‛Peymana Civakî garantiya mafên me yên siyasî, çandî û civakî dike’

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku Peymana Civakî mafên wan ên siyasî û çandî misoger dike û gotin divê Rojava xwedî taybetmendî be, ji ber şoreşê gelek destkeftî pêk anîn.

​​​​​​​‛Peymana Civakî garantiya mafên me yên siyasî, çandî û civakî dike’
5 gulan, 2022   23:38
HESEKÊ-OLVA HAC MENSÛR

Bi armanca diyarkirina şêwe û sîstema rêveberiya herêmê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebata li ser sazkirina Peymana Civakî dike.

Ji bo sazkirina dawî ya Peymana Civakî derkeve, Komîteya Fireh a Sazkirina Peymana Civakî civînên xwe ji gel re berdewam dike. Civînên komîteyê piştî sazkirina reşnivîsê di 12’yê Sibata îsal de bi dawî bû, hatin destpêkirin.

Di civînan de bi sedan hevserokên meclis û komînên li bajar û navçeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn, tê de reşnivîsa ji 99 bendan nîqaş kirin. Her wiha nêrîn û pêşniyarên beşdaran hatin girtin ku li ser reşnivîsê zêde bikin û dê piştre Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser reşnivîsê erê bike.

Têkildarî naveroka Peymana Civakî, girîngiya wê û asta garantiya mafên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ajansa me nêrînên welatiyan girtin. Bi wê re welatiyê bi navê Mesûd Dirbas got bendên Peymana Civakî mafên siyasî û çandî yên her ferdekî/ê ji civakê misoger dike û ji wan re azadî û demokrasiyê pêk tîne.

Dirbas wiha domand: "Divê em balê bikişînin ser xalekê û me di civînê de jî got ku divê Rojava xwedî taybetmendî be. Ji ber ev nav ji me re pir girîng e û şoreşa Rojava gelek destkeftî bi dest xistin û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji wê dest pê kir."

Welatiya bi navê Edle Misto jî wiha got: "Di Peymana Civakî de gelek hene ku mafên jinan, edalet û wekheviyê misoger dike, her wiha mafên wan di gelek aliyên siyasî, çandî, civakî û leşkerî de garantî dike."

Elî Mehmûd jî got Peymana Civakî mafên pêkhateyên Bakur û rojhilatê Sûriyê misoger dike û wiha anî ziman: "Bendên Peymana Civakî mafên azadî yên her ferdekî/ê garantî dike, nexasim mafên çandî, fêrbûna bi zimanê dayikê."

Sazkirina Peymana Civakî yek ji girîngtirîn encamên Kongra Nîştimanî ya Şêniyên Cizîrê û Firatê ya bi sponseriya Meclisa Sûriya Demokratîk e ku di 25’ê Mijdara 2020’an de hate lidarxistin. Ew civîn jî piştî werşeyên diyalogê, civînên fireh li derve û hundir bi nûnerên hêz û partiyên siyasî, kesayetên serbixwe, şêx û rûspiyên eşîran re li dar ketin, pêk hat.

Ji bo pêkanîna encamnameyên Kongra Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da, ku ji nû ve Peymana Civakî were sazkirin. Bi wê re meclisa Komîteya Teng ku ji 30 kesan di civîna 15’ê Tîrmeha par de ava kir, da ku ji nû ve peymanê bi Komîteya Fireh re ku ji 158 endaman pêk tê, saz û nîqaş bikin. Dûvre peymana civakî derbasî qonaxa sêyemîn bû.

(fr)

ANHA