​​​​​​​‛Osmaniyên nû rêya mezinên xwe dişopînin’

Sûrî û lubnanî her sal 6’ê Gulanê ku Roja Şehîdan e, bi bîr tînin ku tê de osmaniyan zêdetirî 20 rewşenbîrên Ereb bi tawana plankirina şoreşa erebî li dijî dagirkeriya Tirk di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, qetil kirin. Niha jî Osmaniya nû bi serkêşiya AKP’ê sûc û komkujiyan li dijî gelên herêmê dubare dike.

​​​​​​​‛Osmaniyên nû rêya mezinên xwe dişopînin’
6 gulan, 2022   01:36
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Dewleta Osmanî ji gelek dewlet û hêzan komkujî li dijî gelên herêmê yên Ereb, Kurd, Ermen û Suryan pêk anîne û neviya wê dewleta Tirk an jî Osmaniya nû komkujiyên li dijî gelan ji Sûriyê û Iraqê bigire heta bi Lîbya, Ermenistanê û hwd temam dike.

DAGIRKIRINA WELATÊN ŞAMÊ

Dewleta Osmanî ji 1516’an heta bi dawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn di 1918’an de welatên Şamê dagir kirin.

Heta destpêka sedsala 20’an desthilatên dewleta Osmanî welatên Şamê kontrol dikirin. Neteweperestên tirk, di serî de jî Ittihat û Tarakî di 1908’an desthilat girtin, netewe û zimanê tirkî li ser neteweyên din ferz kirin.

Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekemîn sala 1914’an re dewleta Osmanî li gel Almanya û împratoyên Hungary û Austria li dijî DYA, Rûsya, Fransa û Brîtanya sekinî. Dewleta Osmanî wezîrê deryayî Cemal Paşa ji bo fermandariyê giştî yê hêzên Tirkiyê li welatên Şamê erdkar kir. Welatên Şamê kontrol kir, bac li ser ferz kirin, leşkertî û zimanê tirkî li ser ferz kir.

SIYASETÊN ŞOVENÎST AGIRÊ ŞOREŞÊ PÊXIST

Ji ber desthilatên osmanî biryarên Kongra Parîsê ya 1913’yan pêk neanîn ku diviyabû Ereb jî beşdarî desthilatê bûna, her wiha siyasetên şovenîst, siyasetên tirkkirinê li welatên Şamê (Sûriye û Lubnanê) û Iraqê pêk anîn, bi wê re çîna rewşenbîr, siyasetmedar û şêxan de şoreş li dar xist û banga derketina dagirkeriya Osmanî kir.

Dema xwesteka derketina dewleta Osmanî ji herêmê hate kirin, dewleta Osmanî desthilatiya xwe li ser herêmê bi rêya siyasetên tirsandin û darvekirina gelek şoreşger, têkoşer, siyasetmedar û rewşenbîran ferz kir.

Osmaniyan gelek astengî li dijî gel pêk anîn, bi wê re bi serkêşiya rewşenbîr û siyasetmedaran gel li dijî desthilatiya Osmanî rabû û hemleyên tevlêbûna li Şoreşa Erebî ya Mezin bi rêxistin kirin. Ew şoreş ji Hîcazê de dest pê kir ku desthilata Osmaniyan hilweşînin.

DARVEKIRIN Û KOMKUJIYAN ŞOREŞGER NEÇARÎ RADESTBÛNÊ NEKIR

Cemal Paşa El-Sefah gelek bi tawan, rê û rêbazên cuda hewl da vê şoreşê têk bibin û bi Brîtanya û Fransa re têkilî danî ku wan şoreşgeran bi bin bixin.

Van tawanan zemînek ji kiryarên çewisandinê re li dijî fermandar, rewşenbîr û siyasetmedaran ava kir, bi wê re asta qetilkirin û terorê zêde bû û dest bi rêzedarvekirinên li dijî her kesê guman li ser heye, hate kirin.

Li ser vê yekê, Cemal Paşa biryara darvekirina gelek rewşenbîr û welatparêzên ji Şamê û Beyrûtê di dadgeha Sor a li çiyayê Lubnanê de, da.

Desthilatên Osman cezayê darvekirinê li ser du beşan pêk anî. Ya yekemîn di 21’ê Tebaxa 1915’an de û ya duyemîn jî di 6’ê Gulana 1916’an de. Bi wê yekê li qada Birc a li Beyrûtê ku bi navê Qada Şehîdan tê nasîn û li qada Mercê ya Şamê, gelek rewşenbîr û welatparêz darve kirin.

Da ku desthilatên Osmanî sûcên Cemla Paşa El-Sefah kirine, binixumîne, ji Sûriyê veguhast û Cemala Paşa El-Mersînî li şûna wî erkdar kir.

Piştre Cemal Paşa El-Sefah li bajarê Teblîsê sala 1922’yan bi destê ermeniyê bi navê Estephan Zakkian hate kuştin, ew jî ji bo tolhilanîna komkujiya li dijî ermenan di 1915’an de bû ku zêde milyonek û nîv ermenî hatin qetilkirin.

Sûrî û lubnaniyan kiryar û sûcên osmaniyan qebûl nekirin, bi wê re şoreş li dar xist ku rêya yekane ya rizgarkirina ji dagirkeriya Osmanî ye. Şoreşa Erebî ya Mezin ku di 1916’an de li dar ket, bû destpêka bidawîbûna dewleta Osmanî ku 400 sal herêmê kontrol kir. Piştî serkeftina şoreşê, Kongra Nîştimanî ya Sûrî sala 1920’an serxwebûna Sûriyê û Iraqê ji dewleta Osmanî ragihand.

DÎROKÊ SICILA SÛCÊN OSMANIYAN LI SER RÛPELÊN XWE TOMAR KIRIN

Parêzer û siyasetmedarê sûrî, Elaedîn El-Xalid Kalo der barê mijarê de wiha got: "Dîroka osmanî ya zêdetirî 600 sal e, tê de gelek navên desthilat û kesayetên ku komkujî û sûc li dijî gelên Ereb, Kurd, Ermen, Suryan, Asûr, Kildan, Bulgaria û hwd pêk anîne, hene.  Ji wan kesan Cemal Paşa El-Sefah e. Dîrokê sûcên wan di rûpelên xwe de tomar kirin, ku şahideyên wan hene."

Kalo wiha domand: "Osmaniyan di 6’ê Gulana 1916’an de li Sûriyê û Lubnanê li dijî çîna rewşenbîr, ramyar û wêjevanên ku li hember dagirkeriya Osmanî derketine, komkujî pêk anîn. Ew roj bûn Roja Şehîdan."

Her wiha dewleta Tirk jî di heman rojê de sala 1972’yan li dijî welatiyên tirk mîna Hisên Înan, Yûsif Aslan û Deniz Gezmiş cezayê darvekirinê pêk anî.

OSMANIYÊN NÛ RÊYA MEZINÊN XWE DIŞOPÎNÎN

Siyasetên tirkan ên dagirkirina dewletên cîran û destwerdana li karûbarên wan, pêkanîna sûcên tirkkirinê, koçberkirin, qetilkirin û wêrankirinê heta piştî têkbirina desthilata Osmanê li Sûriyê bi dawî nebûn.

Bi lihevkirina bi Rûsyayê re di Tebax 2016’an de dewleta Tirk a dagirker bajarên Cerablus, Bab û Ezaz dagir kirin, bi wê re komkujî pêk anîn, gel da koçberkirin, siyaseta tirkkirinê li herêmên dagirkirî da meşandin. Heta niha tu bîlançoyeke rast der barê qetilkirina welatiyan di êrişên dewleta Tirk de li dijî wan herêman de tune ne.

Sûcên dagirkirin û komkujiyên li dijî sûriyan li van herêman nesekinîn, di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk a dagirker êrişî kantona Efrînê kir û heta 18’ê Adara heman salê kir û bi wê re dagir kir. Di dirêjahiya 2 mehan de dagirkeriya Tirk 12 komkujî li dijî şêniyên Efrînê pêk anîn.

Dûvre dagirkeriya Tirk di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kir û dagir kirin û demografiya wan herêman guherî.

Yek ji komkujiyên ku dagirkeriya Tirk li Serêkaniyê pêk aniye, karwana welatiyan di 13’yê Cotmeha 2019’an de yekser hedef girt, di encamê de 13 welatî di nav de rojnameger hatin qetilkirin û zêdetirî 70 welatiyên din jî birîndar bûn.  Li kêlek wê jî çeteyên dewleta Tirk di 12’yê Cotmeha 2019’an de li ser rêya M4 ya di navbera Til Temir û Eyn Îsa de komkujiyek li dijî Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef pêk anî.

Li kêlek komkujiyên li Sûriyê hatine kirin, dewleta Tirk a dagirker êrişî Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir, destwerdan li Lîbya, Ermenistanê û hwd kir.

Der barê komkujiyên dewleta Tirk di bin kontrola AKP’ê dike de parêzerê sûrî ev tişt anî ziman: "Komkujiyên ku niha hikumeta Tirkiyê bi nûnertiya AKP’ê li dijî hemû gel û dewletên herêmê bi giştî dike, bi taybet li dijî gelê Kurd li Sûriyê û Iraqê û li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, zihniyet û siyasetên dûrxistin û tirkkirinê yên ji dewleta Osmanî girtine, nîşan dide."

Parêzerê sûrî wiha lê zêde kir: "Ew şehîdên ku osmanî û tirkan darve kirine, li dijî zulm û zordariya osmanî û siyasetên hikumetên Tirkiyê sekinînin. Bi wê re têgeha azadî û serhildanê li hember dagirkeriyê di mejiyên gelan de çandin."

‛ÎRO JI HER DEMÊ ZÊDETIR PÊWÎSTÎ BI HEVGIRTINA GELAN LI HEMBER ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK HEYE’

Li dawiyê parêzer û siyasetmedarê sûrî Elaedîn El-Xalid Kalo xîtabî gelên herêmê kir û wiha got: "Îro ji her demê zêdetir pêwîstî bi hevgirtina hemû gelên herêmê heye, ku li hember zulm û êrişên hikumeta AKP’ê, siyasetên wê yên dijminane bisekinin û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin, da ku gelên herêmê azadiya xwe bistînin."

(fr)

ANHA