​​​​​​​'Dema ku DAIŞ'ê êrişî me kir hûn li ku bûn!'

Silêman Hemo tevgerên vê dawiyê yên artêşa Iraqê li Şengalê yên bi destekdayîna PDK`ê, wekî tirseke eşkere ji belavbûna projeya Rêveberiya Xweser a Şengalê li herêmên Iraqê hesiband. Hemo wiha bi van gotinan xîtabî artêşa Iraqê kir: "Dema DAIŞ'ê êrişî me kir hûn li ku bûn!"

​​​​​​​'Dema ku DAIŞ'ê êrişî me kir hûn li ku bûn!'
6 gulan, 2022   04:10
KOBANÊ- ZANA SEYDÎ

Piştî aloziya li Şengalê û êrişa hêzên Iraqê li dijî herêmê, hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Silêman Hemo têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Artêşa Iraqê di 18'ê Nîsanê de hemwextî êrişa artêşa Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi taybet herêmên Avaşîn, Zap û Metîna, dest bi êrişeke berfireh li dijî Şengalê kir.

Artêşa Iraqê bi tank û topan êrişî Dugurê û bajarokê Sinûnê yên Şengalê kir, di encamê de şervanekî Yekîneyên Berxwedana Şengalê(YBÛŞ) şehîd bû û 2 şervan birîndar bûn.

Zêdebûna êrişên hikumeta Iraqê li dijî Şengalê hemwextî lêkirina dîwarê di navbera Sûriyê û Iraqê de yê bi dirêjahiya 250 km pêk tê. Dîwar bi hinceta rawestandina tevgera DAIŞ'ê tê lêkirin. Lê belê serokwezîrê Iraqê Fûad Hisên ev yek di hevpeyvîneke li gel kenaleke erebî de bi fermî derewand û destnîşan kir ku lêkirina dîwar ji bo rawestandina tevgera şervanên kurd di navbera Rojava û Şengalê de ye. Ev yek niyeta hikumeta Iraqê li hember Şengalê û projeya demokratîk a kurdên êzidî eşkere dike.

XILASIYA JI QIRKIRINAN BI XWEPARASTINÊ PÊKAN E

Têkildarî mijarê, ajansa me xwe gihand hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Silêman Hemo.

Silêman Hemo destnîşan kir ku ji bo Kurdan û bi taybet ji bo êzidiyan, Şengal herêmeke dîrokî ya girîng e, ku nifûsa herî mezin a êzidiyan li cîhanê li wir e. Her wiha niştecihên wê bi çanda kurdînî ya kevnar bawer in.

Têkildarî êrişên berdewam ên li dijî Şengalê, Silêman Hemo got: "Êzidî di dîrokê de rastî gelek qirkirin û fermanan hatin. Osmaniyan siyaseta qirkirina êzidiyan bi awayekî sîstematîk meşandine, heta niha ev gel di 74 fermanan re derbas bûye, ji wan nêzî 60 fermanan di dema Osmaniyan de pêk hatine. Armanca wan ew bû ku Kurd bi temamî tune bikin. Ev siyaset hîna jî ji aliyê dewleta Tirk ve tê berdewamkirin."

Silêman Hemo bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir: "Avakirina hêzên parastina Şengalê pir girîng e. Ev hêz li kêleka hêzên kurdî di rizgarkirina axa xwe ji destê DAIŞ'ê û li hemberî operasyonên qirkirinê bi ser ketin û bi vî awayî di sala 2017'an de rêveberiyeke xweser ava kirin û bi azadî û bê qeyd û bend jiyan. Bi vê yekê çavên êzidiyên li seranserî cîhanê bir ser Şengalê û ji bo jiyaneke azad ber bi Şengalê ve herikîn. Li gorî êzidiyan, xilasiya ji qirkirinan bi xweparastinê pêkan e, ne bi girêdayîbûna bi aliyên din ye."

Dema ku bi dehan çeteyên DAIŞ'ê di Tebaxa 2014'an de êrişî Şengalê kirin û li dijî Êzidiyan komkujî pêk anîn, 12 hezar endamên hêzên PDK'ê ji Şengalê reviyan.

Êzidiyan li Şengalê Yekîniyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava kirin, ku niha bi hezaran şervan cihê xwe tê de digirin, her wiha karîn li Şengalê DAIŞ`ê têk bibin û Şengalê ji êrişan biparêzin.

'Li GORÎ DESTÛRÊ Û ERÊKIRINA PARLAMENTOYÊ, ŞENGAL DIKARE XWE BISPÊRE HÊZA XWE YA LEŞKERÎ Û RÊVEBERIYA XWE YA XWESER'                

Li ser tevgerên dawîn yên hikumeta Iraqê, Silêman Hemo anî ziman ku tevgerên hikumeta Iraqê berovajî deswtûra federal a Iraqê ye û wiha pê de çû: “Li gorî destûra Iraqê û parlementoya Iraqê, Şengal dikare xwe bispêre hêza xwe ya leşkerî û rêveberiya xwe ya xweser û hebûna êzidiyan biparêze. Hikumeta Iraqê hêzên xwe li herêmên ku ji bo berjewendiyên DAIŞ'ê jê vekişiyane, ji nû ve bi cih dike. Dema ku DAIŞ'ê êrişî me kir ew li ku bûn!"

Hemo dibêje ku tevgerên artêşa Iraqê peyameke eşkere ye, tirsa wê ji belavbûna projeya Rêveberiya Xweser a Şengalê li herêmên din ên Iraqê nîşan dide. Her wiha Hemo diyar kir ku hêzên leşkerî yên Şengalê hêza xwe îspat kirine û rêveberiya xweser serkeftina xwe di parastina Kurdên êzidî de îspat kiriye.

Silêman Hemo destnîşan kir ku lêkirina dîwar li ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de, niyeta hikumeta Iraqê eşkere dike û wiha dewam kir: “Ew bi salan îdia dikin ku gelê Sûriyê û Iraqê bira ne û Sûriyê cîranê herî nêzî ya Iraqê ye. Lê dîsa jî dîwarê di navbera her du welatan de ava dikin, bi vê yekê hebûna êzidiyan dikin hedef û projeya demokratîk dorpêç dike û têkiliyên di navbera kurdên Rojava û yên Şengalê de qut dike. Ev karekî dijminane ye, em baş dizanin ku lêkirina dîwar planeke dewleta Tirk e ku ji aliyê hêzên Iraqî ve tê pêkanîn û dê di demên pêş de bandorê li têkiliyên di navbera hêzên kurdî û hikumeta Iraqê de bike."

Silman Hemo di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hikumeta Iraqê ku îdia dike ew nûnertiya pêkhateyan li Iraqê dike, heta niha tevî hikumeta Başûrê Kurdistanê êrişên qirkirinê yên li ser Kurdên êzidî yên li Şengalê nas nekirine. NY ku Iraq endamekî wê ye, heta niha van sûc û komkujî nas nekiriye, berovajî wê yekê hemû alî hewl didin rastiyê û sedemên ku hiştine Şengal rastî hewldanên qirkirinê were, binixumînin û tu dadgehan berpirsên wan sûcan danerizandine, her wiha tu rêxitinên hiqûqî têkildarî mijarê neketine tevgerê.”

 (dx)

ANHA