​​​​​​​'Êrişa dewleta Tirk nîşaneya iflaseke siyasî ye, gerîla şerê hebûn û nebûnê dike'

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku êrişa qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker a bi hevkariya PDK'ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê  îflaseke siyasî ye û gerîla şerê hebûn û nebûnê dike.

​​​​​​​'Êrişa dewleta Tirk nîşaneya iflaseke siyasî ye, gerîla şerê hebûn û nebûnê dike'
4 gulan, 2022   03:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi beşdabûna PDK'ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Artêşa Tirk a dagirker 17'ê Nîsanê êriş li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîla û gelê Kurd ragihand. Ew êriş piştî 3 rojan ji hevdîtina serokê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan pêk hat. PDK'ê sewqiyatên leşkerî yên mezin şandin Herêmên Parastinê yên Medyayê.

'ÊRIŞÊN TIRKIYÊ NÎŞANEYA ÎFLASA WÊ YA SIYASÎ YE'

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a herêma Firatê Osman Xelef ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li ser zihniyeta dijbertiya gelê Kurd bi taybet Başûr û Rojava hatiye avakirin, li Bakur jî xeztên siyasî li hemberî kurdan dimeşîne da ku berxwedana wan têk bibe.

Xelef destnîşan kir ku sedema gurbûna êrişên artêşa Tirk a dagirker têkbirina tevgera azadiyê ye ya ku parastina Kurd û Kurdistanê dike.

Osman Xelef got, tevî ku artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de hemû çekên pêşketî, yên giran û kîmyewî bi kar tîne lê nikare dawî li Tevgera Azadiya Kurdistanê bîne û wiha axaftina xwe domand:"Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê her kesên ku banga azadiya xwe û ya gelê xwe dikin, digire. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê îflasa xwe ya siyasî û leşkerî veşêre, da ku bandorê li hilbijartinên bê nake."

Osman Xelef bal kişand ser berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û diyar kir ku bi vê berxwedanê planên dagirkirina herêmê têk çûn.

Hevserokê TEV-DEM'ê yê herêma Firatê di dawiyê de got, divê tevahî cîhan û rêxistinên hiqûqî rê li ber êriş, sûc û qirkirinên ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medya û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bigirin.

'DOZEKE CÎHANÎ YE'

Li aliyê din endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S)  Remzî Şêxmûs diyar kir ku doza kurdî bûye dozeke cîhanî, ji ber wê dewleta Tirk û PDK'ê dest bi êrişên qirkirinê kirine, her wiha anî ziman ku ev êriş dikevin xizmeta AKP'ê

Remzî Şêxmûs da zanîn ku gerîla parastina doza kurdî dike û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ne tenê li hember gerîla ye, heman demê li hember tevahî gelê Kurd e û dixwaze xaka kurdan dagir bike û serdama osmanî  vegerîne.

Remzî Şêxmûs bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û ev tişt anî ziman: " Dema ku Efrîn hat dagirkirin, PDK'ê bi dizî hevkariya dewleta Tirk dikir, lê niha eşkere xiyanetê li gelê Kurd dike, armanc dike ku bi rêya hevkariya di êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê de têkoşîna gerîla têk biçe."

Şêxmûs got, berpirsên ji malbata Barzanî ziyan digihînin gelê Kurd û berjewendiyên xwe li ser berjewendiyên gel dibînin û wiha dom da axaftina xwe: "Ji ber siyasetên şaş ên PDK'ê, Başûrê Kurdistanê bûye beşek ji dewleta Tirk. Gelê Kurd dizane ku gerîla şerê hebûn û nebûnê dike, têkçûna gerîla têkçûna gelê Kurd e."

Şêxmûs bag li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bidin gerîla.

Li aliyê din cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarê wê Nûra El-Hamid jî diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, gel bide koçberkirin û planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.

Nûra El-Hamid destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya balafirên bê mirov ên bi çek vîn û têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û got:"Dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gelên herêmê bê çare ma, ji ber vê yekê bi balafirên bê mirov ên bi çek deverên sivîlan û yên tijîe şênî dike hedef."

'TÊKBIRINA TERORÊ LI XWEŞIYA DEWLETA TIRK NEHAT'

Nûra El-Hamid bal kişand ser berxwedana gelên herêmê û got: "Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî terorê di rûpelên dîrokê de hat nivîsandin. Ev serkeftin li xweşiya dewleta dagirker nehat, ji ber wê yekê bi domdarî gefên dagirkirina herêmên din ên Sûriyê dixwe."

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê Nûra El-Hamid di dawiyê de bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang lê kir ku destwerdanê bike û planên osmaniya nû têk bibe.

(şt)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nyIbyDka4eg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>