​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-05-2022

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-05-2022
3 gulan, 2022   23:00

- Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku êrişa qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker a bi hevkariya PDK'ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê  îflaseke siyasî ye û gerîla şerê hebûn û nebûnê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û PYD`ê bang tevlêbûna 'Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û îxanetê' kir û got “Yên ku dixwazin xwedî li çand, ziman û şehîdên xwe derkevin bila tev li Meşa Rûmetê bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Me berê jî anî ziman, malbata Barzanî li Başûrê Kurdistanê bi şerê eşîran derdikeve ser rûyê dîrokê, wisa tê naskirin. Di destpêke de eşîra Barzanî pir nayê naskirin, lê bi taybetî di dawiya salên 1800’î de malbata Barzanî bi nasnameya melatî û şêxtiyê xwe derdixin pêş.
HEVPEYVÎN

- Rojnamevan Halît Ermîş diyar kir ku konsepta êrişên qirkirinê di hevdîtinên berî de hate avakirin û got, ger siyaseta Kurd bi giştî xwedî li berxwedana gerîla derbikeve, pêşî li xiyaneta PDK’ê bê girtin wê sedî sed Kurd bi serbikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Di kêmî salekê de bû carin wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu hevkariya welatê xwe ya bi hikumeta Şamê re ya li ser asta ewlehiyê, eşkere dike. Lê hikumeta Şamê vê yekê red dike. Di vê der barê de gelek pirsên têkildarî têkiliyan û bandora wê li qada Sûriyê derdikevin pêş. (BI WÊNE).

ANHA