​​​​​​​Ciwanên Dêrikê êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê êrişên artêşa Iraqê yên bi hevkariya PDK'ê li ser Şengalê şermezar kirin.

​​​​​​​Ciwanên Dêrikê êrişên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê şermezar kirin
3 gulan, 2022   20:04
QAMIŞLO

Bi dehan şênî û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê li deriyê ketina bajêr li hev kom bûn û der barê êrişên li ser Şengalê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê Viyan Cûdî ve hat xwendin.

Viyan Cûdî diyar kir ku ew weke Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrikê êrişên li ser Şengalê şermezar dikin û piştgirî didin civaka Êzidî.

Her wiha di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:" Dema çeteyên DAIŞ'ê bi koordîeya PDK'ê êrişî Şengalê kir, gerîla bi hawara xelkê Şengalê ve çû, niha jî hikûmeta Iraqê bi hevkariya PDK'ê êrişî Şengalê dike.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ji bo piştigirî bidin berxwedana Şengalê di nava amadebaşiyê de ne.

Çalakî bi berzkirina siloganên silavkirina berxwedana Şengalê bi dawî bû.

(şt)

ANHA