​​​​​​​Ciwanên Êzidî: Em ji vir naçin tu derî

Ciwanên Êzidî li navçeya Sinûnê kombûn û banga bi dawî anîna êrişên dagirkirina Şengalê kirin. Ciwanan gotin, “Bila Mistefa Kazimî û fermandarên artêşê bizanin heya çareserî peyda nebe em ji vir naçin tu derî. Em terka cih û warên xwe nakin.”

​​​​​​​Ciwanên Êzidî: Em ji vir naçin tu derî
3 gulan, 2022   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Sinûnê ya Şengalê îro komek ciwanên Êzidî li hev kombûn û bi daxuwyaniyek êrişên artêşa Iraqê li ser Şengalê şermezar kirin û xwestin hêzên leşkerî pirsgirêkên heyî bi diyalogê çareser bikin.

Koma ciwanan got ew naxwazin şer di nav bajar, kolan û civakê de rû bidin.

Daxuyaniya ciwanan wihaye;

 “Em ji hikûmeta Iraqê dixwazin bila pirsgirêkan zêde neke, kêm bike û derbas bike. Kêr nayê hêzên xwe bixin nav malan, zarokan bitirsînin, di nav malbatan de şer derxin. Bi vê nêzîkatiyê hikûmeta Iraqê ixanet li miletê Êzidî dike. Dewleta Iraq serê xwe bi me ve ne êşandiye. Dema li cihekê serê yekê diêşe dewletên derve ji bo wan çareseriyek peyda kirîbûn. Ma civaka Êzidî ne welatiyên Iraqê ne ku jêre çareserî peyda nake? Dixwazin me ji cihên me, malên me derbixin, lê belê em xwedî îrade û biryarin ku em ê ti demî terka cih û warên xwe nekin. Ji ber em Êzidî ne hemû êrişî me dikin. Artêşa Iraqê di nav gel de şer dike, van deran nas jî nakin tên li vir şer derdixin. Dema êrişê welatiyên ku li ber dikanên xwe sekinîn bûn hedefa guleyên wan. Em hemû li vir amade ne û em qebûl nakin carek din li vir hêzên leşkerî bi hevre şer bikin. Dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê Êzidî kuştin, duh jî dema vî şerî de gelek zarok tirsandin, birîndar kirin. Dema em derdikevin û dixwazin biçin gundekî din jî me digrin û nahêlin em ji malên xwe derbikevin. Em carekî din şer naxwazin. Bila çareseriyek ji bo vê rewşê bê dîtin. Bila Mistefa Kazimî û fermandarên artêşê jî vê peyama me bibîne, heya çareserî peyda nebe em ji vir naçin tu derî. Mezinên me jî ji bo 100 hezarekî bidin wî newêrin biaxivin û berteka xwe nîşan bidin. Ev eyba herî mezine.”