YJÊR'ê banga piştgiriya berxwedana Şengalê kir

Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava-herêma Cizîrê (YJÊR), êrişên artêşa Iraqê li ser Şengalê şermezar kir û got:" Kesên ku niha êrişî Şengalê dikin heman kesên beriya niha êriş kirin."

YJÊR'ê banga piştgiriya berxwedana Şengalê kir
3 gulan, 2022   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh artêşa Iraqê li dijî Şengalê êriş pêk anî, şervanên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê jî bersiva wê êrişê dan.

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava- herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên li ser Şengalê şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo berxwedana li Şengalê nîşan da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:" Careke din hikûmeta Iraqê niyeta xwe ya xirab bi hevkariya xwe ya li gel PDK'ê û dewleta Tirk eşkere kir. Lê belê planên wan ên qirkirina êzidiyan têk çûm, êrişa duh berdewamiya fermanên li hember civaka Êzidî ye.''

Yekitiya Jinên Êzidî diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan, Şengal hat rizgarkirin û şêniyên wê Rêveberiya xwe ya xweser ava kir, dijmin jî dixwaze bi van êrişan destkeftiyên mezin têk bibin.

Her wiha bal kişand ser rêxistinkirina jinên Êzidî û ev tişt hat gotin: "Jinên Êzidî xwe  û civaka xwe bi rêxistin kiriye, li hember êrişan roleke mezin dilîzin."

YJÊR'ê got, heman kêsên ku beriya niha êrişî Şengalê kirin, îro bi cilên artêşa Iraqê êriş dikin.

YJÊR'ê bang li her kesî kir ku piştgirî bidin berxwedana Şengal û ji hemû êzidiyan xwest ku ji bo piştgirî bidin berxwedana Şengalê serî hildin.

(şt)

ANHA