Berpirsên êrişên li ser Şengalê kî ne?

Artêşa Iraqê duh bi armanca dagirkirina Şengalê sewqiyatên leşkerî yên mezin li Şengalê pêk anîn. Yên êriş pêk anîne endamên Lîwaya 72`an a girêdayî artêşa Iraqê bûn. Gelo fermandarên êrişê kî ne û helwestên wan li dijî êzidiyên Şengalê bi çi rengî ye?

Berpirsên êrişên li ser Şengalê kî ne?
3 gulan, 2022   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

 Duh di navbera Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Asayîşa Êzidxanê li aliyekî û artêşa Iraqê bi destekdayîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li aliyekî din de, şerên dijwar rû dabûn. Hikumeta Kazimî û PDK`ê hewl didin peymana 9`ê Cotmeha 2020`an a li dijî îradeya civaka êzidî, bixin meriyete.

Lê berxwedana mezin a êzidiyên li Dugurê û navçeya Sinûnê, artêşa Iraqê neçar kir ku paş de vekişe. Îro li Şengalê rewş aram e.

Li gorî agahiyan, Lîwaya 72`an a girêdayî artêşa Iraqê berpirsê êrişê ye, Firqeya 9`an a Panzeran jî bi tankan beşdarî êrişê bûn.

Serheng Elaa Ebid El-Xidir Enad El-Cinabî, Lîwaya 72`an bi rê ve dibe. Lîwaya 72`an li xeta bakurê Şengalê (navçeyên Sinûnê, Xanesor, Dugur û derdora wê) bi cih dibe û girêdayî Firqeya 20`an a Meşvanan a artêşa Iraqê ye ku mîralay Esîr Hemze El-Rebîbî bi rê ve dibe.

Beriya êrişê bi du rojan, Firqeya 20`an hêzên xwe li derdora Şengalê xurttir kir û Tabûra Tankan a Sêyem ya girêdayî Lîwaya 34`an, Tabûra Panzeran a Duyemîn û Focê 7`an ê girêdayî Lîwaya 73`an li herêmê bi cih kirin.

Beriya vê jî wan li navçeyên Sinûnê, Xanesor û li çarxerêya Yermûk a li navenda Şengalê, gef li êzidiyan xwaribûn.

Di 11`ê Sibatê de, fermandarê Firqeya 20`an mîralay Esîr Hemze El-Rebî dîmenek belav kir, tê de li dora wî komeke leşkerên Iraqê kom bûbûn û gefa kuştin û binaxkirinê li xelkê Şengalê xwaribû.

El-Rebîy dema dîmen kişand, ala Iraqê rakirbû û îdia kir ku di dema şerê li dijî DAIŞ`ê de li Iraqê wî li ser alê nimêj kiriye û amade ye ku car din li Şengalê li ser nimêj bike. Lê belê pirsa li vir derdikeve ev e; El-Rebîy bi ala Iraqê gefan li kê dixwe ? ku ya ala Iraqê li Şengalê rakir Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê bû.

Çima El-Rebîy li cihekî ku piraniya şêniyên wê êzidî ye, behsa nimêjê dike, her wiha çima şerê li dijî wan bi şerê li dijî DAIŞ`ê ve hevrû dike?

(cx)

ANHA