Tevgera Ciwanên Şoreşger bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya Hesekê duh bi xwepêşandanekê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ku bi hevkariya PDK`ê pêk tên, şermezar kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
28 nîsan, 2022   08:46
HESEKÊ

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê duh daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker û hêzên PDK`ê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Xwepêşandêran li dijî êrişan banga piştgiriya gerîlayên HPG`ê kir.

Xwepêşandêr ji Çerxerêya Hemame ya taxa Til Hecer ber bi Çerxerêya Şehîd Serhed ve çûn û sloganên "Bijî berxwedana gerîla, na ji îxaneta PDK`ê re, bijî biratî û bijî berxwedana çiyayan" berz kirin.

/ar/uploads/files/2022/04/28/073639_dsc_4495-28small29.webp

Li Çerxerêya Şehîd Serhed endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Misto axivî û got: "Em êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û hêzên PDK`ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin."

/ar/uploads/files/2022/04/28/073613_mhmd-mstw-28small29-28129.webp

Misto diyar kir ku êrişên armanca dewleta Tirk a dagirker dide xuyakirin ku rewşa navneteweyî û şerê heyî bi kar tîne, da ku dagirkeriya xwe berfireh bike. Di heman demê de îşaret bi berxwedana lehengane ya Hêzên Parastina Gel (HPG) li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û ev lê zêde kir: "Tevî ku dewleta Tirk xwedî teknolojiyeke leşkerî ya pêşketî ye, lê dîsa jî nikarî li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi pêş de biçe. Ev jî tê wateya ku berxwedan li wir li ser bingeha îradeyekê hatiye avakirin û karî êrişên domdar têk bibe. Gerîla rûmet û namûsa me ye."

Misto di dawiyê de piştgiriya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ji HPG`ê re nîşan da.

(eh)

ANHA