Rojnameyên erebî: Tirkiye bi hevkariya PDK`ê hewl dide gaza Başûrê Kurdistanê kontrol bike

Rojnameyên erebî vê sibê behsa bombebarana Îsraîlê li Sûriyê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û kar û barên Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Tirkiye bi hevkariya PDK`ê hewl dide gaza Başûrê Kurdistanê kontrol bike
28 nîsan, 2022   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI ÊRIŞA ÎSRAÎLÊ YA LI SER BAREGEHÊN SÛRIYE-ÎRANÊ YÊN NÊZÎ ŞAMÊ DE KUŞTÎ HENE’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsand: "Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, di êrişên Îsraîlê yên şeva sêşemê li dijî baregehên Sûriye-Îranê yên li derdora Şamê de 10 leşker hatin kuştin, ji wan 6 leşkerên sûrî bûn. Ji destpêka salê ve ev bîlançoya herî bilind e. Berdevkê artêşa Îsraîlê got balafireke bêmirov a biçek li hundirê Sûriyê hatiye xistin û vê yekê gelek pirs derxistin holê.

Medya fermî sibeha çarşemê li gorî çavkaniyên leşkerî yên Sûriyê bîlanço dabû û ragihandibû ku 4 leşker hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne, her wiha hin ziyanên madî çêbûne. Çavkaniyan her wiha dabû zanîn ku Îsraîlê ji aliyê Taberiya ve bi moşekan baregehên derdora Şamê kirin hedef."

‘TIRKIYE JI BO HERÊMA TAMPON A LI BAKURÊ IRAQÊ SÛDÊ JI NAKOKIYÊN LI BEXDAYÊ DIGIRE’

Der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê de jî, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Tirkiye hewl dide li bakurê Iraqê herêmeke tampon çêke, mîna li Sûriyê pêk hatiye ku karîbû herêm û gundên Kurdan ên li ser xeta sînor kontrol bike û rêvebirina wan herêman xist destê mîlîsên sûrî yên hevalbendên xwe.

Raporên ji Tirkiyê diyar kir ku Enqere dixwaze bi kûrahiya 60-70 kîlometreyan herêmekê ferz bike û dê tê de baregehên leşkerî yên demkî û barehên leşkerî yên kontrolkirinê ava bike. Tirkiye bi vê yekê nebûna bersiveke fermî ya Iraqê bi kar tîne. Ji ber ku dizane aliyên siyasî yên Iraqê çi li Bexdayê be yan jî li herêma Kurdistanê, zehmetiya aloziyên hundirîn dikişînin. Her wiha nikarin li dijî hebûna leşkerî û hebûna siyasî ya dewleta Tirk gavan biavêjin, nexasim ku Enqereyê Mesûd Barzanî bi aliyê xwe ve kişandiye.

Piştî 3 rojan ji serdana serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Enqereyê re ku bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê îstixbarata Tirk Hakan Fîdan re civiya, dewleta Tirk êrişên berfireh li dijî hêzên Kurd dan destpêkirin.

Barzanî piştî hevdîtina bi Erdogan re got ew “zêdekirina hevbeşiyê ji bo mayîndekirina ewlehî û îstiqrarê li bakurê Iraqê” erênî dibînin.

Çavdêr dibêjin ku armanc ji operaysonê ne tenê aliyê ewlehiyê ye, lê belê planeke Tirkiyê heye da ku bi hevkariya PDK`ê destê xwe deyne ser gaza herêma Kurdistanê ku bibe deriyê derxistina gazê ber bi Tirkiyê ve. Ev jî bi nirxekî li gorî berjewendiyên Enqereyê be, her wiha anîn ziman ku ger di rêvebirina qada petrol û gaza herêmê de bi ser bikeve, hebûna leşkerî ya rasterast dê vê planê mîsoger bike û rê li pêşiya kiryarên bandorê li aliyên kurdî yan jî hikumeta Iraqê dikin, bigire.”

(eh)