Girtina qada hewayê li pêş Rûsyayê, tê çi wateyê û dê çi bi xwe re bîne?

Dewleta Tirk hemwextî êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bakur û Rojavayê Sûriyê û serdana şandeya Amerîkayê ji bo Enqeray, qada xwe ya hewayî li pêş balafirên Rûsyayê girt, ev tê çi wateyê û dê çi bi xwe re bîne?

Girtina qada hewayê li pêş Rûsyayê, tê çi wateyê û dê çi bi xwe re bîne?
28 nîsan, 2022   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Beriya niha dewleta Tirk ragihand ku wan qada xwe ya hewayê li pêş balafirên Rûsyayê yên berê xwe didin Sûriyê girt. Li ser vê yekê çavdêr dibêjin ev yek ji bo zêdekirina zexta li ser Rûsyayê ye, da ku şertên xwe di danûstandinên rewşên Sûriyê de ferz bike.

Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku ji niha û şûn ve balafirên şer ên Rûsyayê nikarin qada hewayê ya Tirkiyê ji bo biçin Sûriyê bi kar bînin.

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî AKP jî li ser zimanê Çavûsgolu ragihand ku qada hewayî li pêş rêwîtiya leşkerî ya Rûsyayê û heta rêwîtiyên sivîl ku ferdên leşkerî vediguhêze Sûriyê girt.

3 şopînerên ku rewşê dişopînin ji rojnameya Financial Times a brîtanî re gotin dewleta Tirk ji destpêka şerê Ukraynayê ve derfeta bikaranîna qada hewayê li ber balafirên Rûsyayê kêm kir, lê girtina wê pêşketineke mezin e.

WÊ RÛSYA ÇAWA BANDOR BIBE?

Şîrovekaran diyar kir ku ev gav dê şandina lojistîka Rûsyayê ji bo Sûriyê asteng bike, beriya niha û piştî çend rojan ji destpêkirina şerê Ukraynayê Tirkiyê tevgera keşteyên şer ên biyanî ji derya Reş heta derya Spî asteng kiribû.

Pisporê Rûsî di Meclisa Rûsî ya Karûbarên Navneteweyî de Kirill Semenov ji ajansa me re gotibû: "Girtina qada hewayê li pêş balafirên Rûsyayê yên diçin Sûriyê, ne pirsgirêkeke mezin e, dê beşeke mezin ji madeyên pêwîst bi rêya tegavên derya Reş ji bo Sûriyê bên şandin."

Her wiha gotibû, yekîneyên kargo dikarin her dem bi rêya qada hewayê ya Îran û Iraqê berê xwe bidin Sûriyê. Rûsya weke çawa di Çileya îsal li Kazaxistanê de kir, dikare komên mezin veguhêze.

Dewleta Tirk ji ber ku aloziyeke aborî jiyan dike û pêwîstiya wê bi geştyarên Rûsî heye, red kir ku weke welatên Ewropayê tûrîzma asîmanî yên Rûsî rawestîne.

Çavdêran da zanîn ku pêngava dewleta Tirk ji bo zextê li Rûsyayê, di Sûriyê de bike bi sedema Ukrayna dereng ket.

Lê belê Kirill Semenov gotibû, her ku operasyon dirêj kir, pêngavên li dijî Rûsyayê ji aliyê welatên bêalî zêde dibin, ne tenê dewleta Tirk, Îmrata Erebî, Erebistana Siûdî dibe ku Pakistan û Hindistan jî rastî zextê werin.

Mevlût Çavûşoglu gotibû ku Erdogan ji bo vê biryarê agahî dabû Pûtîn û dê her du alî danûstandinê dewam bikin.

BAZARIYEKE NÛ YA DEWLETA TIRK BI MOSKOVA Û WASHINGTONÊ RE

Dewleta Tirk gelek hewldan kir ku di navbera lihevkirinên bi Rûsyayê û erkên xwe yên nava NATO’yê de hevsengî çêbike. Dewleta Tirk balafirên bêmirov da Ukraynayê lê cezayên li ser Rûsyayê qebûl nekir.

Hin çavdêr jî dibêjin ku zextên deweta Tirk ên li ser Rûsyayê jî bi wê armancê pêk tên ku Rûsya di diyaloga bi Ukraynayê de bêhtir cidî be, zextê li Rûsyayê bike ku bombebaranên xwe li ser Bakur û Rojavayê Sûriyê "herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk" de kêm bike û rê bide dewleta Tirk dest bi êrişeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Hemwextî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker êriş û topbaranên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine.

Lêkolînera lubnanî û pispora karûbarên Tirkî , Huda Riziq ji ajansa me re got, girtina qada hewayê li pêş balafirên Rûsyayê di demekê de hat ku Rûsya û rejîma Sûriyê topbaranên xwe li ser herêmên bêçke zêde kiribûn.

/ar/uploads/files/2022/04/28/063227_hda-rzq.webp

Her wiha Huda Riziq diyar kir ku ev pêngav piştî çend rojan ji serdana şandeya Kongrsa Amerîkayê ji bo Enqerayê pêk hat, wê demê her du aliyan mijara S- 400 a Rûsî nîqaş kiribûn û gihiştibûn çend lihevkirinan.

Huda Rizq destnîşan kir ku dewleta Tirk bi vê biryarê xwest ji NATO û Amerîkayê re bêje ew roleke sereke li herêmê dilîze, ji Rûsyayê re jî bêje, Tirkiyê deriyê tekane yê ji bo Rûsyayê vekirî ye.

Huda Riziq wiha dawî li gotina xwe anî : "Dewleta Tirk dixwaze xwe nêzîkî Amerîka û Ewropayê bike da ku destekeftiyên aborî û teknolojîk bi dest bixe, ji ber ku ew tenê li cîhanê beşdarî cezayan nebûye, xwe bê alî kiriye, bi vê yekê dixwaze alîkarî ji Amerîkayê bigire."

(fr)

ANHA