​​​​​​​Partiyên siyasî bêdengiya navneteweyî li hember êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir     

Partiyên siyasî yên Reqayê bi daxuyaniyekê bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştrast kir ku armanca wê dagirkirina axa Sûriyê ye.

​​​​​​​Partiyên siyasî bêdengiya navneteweyî li hember êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir     
27 nîsan, 2022   12:51
REQA

Endamên Partiya Nûjen a Demokratîk a Sûriyê, Partiya Çepgir a Kurd a Sûriyê, Partiya Hevbendiya Nîştimanî, Partiya Biratiyê ya Kurdistanê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (PDK-S), Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Komarparêz a Kurdistanê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Endamê PYD`ê şaxê Reqayê Xazî El-Yasîn daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di van demên dawîn de, dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov ên biçek êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Ev tişt ne nû ye ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê ve roleke wêranker lîst û şoreş ji rêya wê rast derxist. Piştgirî da komên tundrew û DAIŞ`ê da ku destkeftiyên şoreşa me tune bike û projeya herêmê ya demokratîk têk bibe.

Di vê qonaxa girîng de, siyaseta qirkirinê ya li ser herêmên me bi rêya êrişan didomîne, dewleta Tirk li ser siyaseta înkarkirina pêkhateyên din, koçberkirin û wêrankirinê hatiye avakirin û hewl dide fitneyê derxe, da ku daxwaza xwe ya ji bo binpêkirina ewlehî û aramiyê nîşan bide.

Dewleta Tirk kengî rewşa xwe ya hudnirîn aloz dibe, hewl dide bi rêya komployan vê aloziyê derxe derve û gel Tirk bi hebûna metirsiyên ne rast li derve bixapîne. Ew armanc dike Mîsaqî Mîllî pêk bîne û ji bo ku kontrola xwe li ser sînorên Sûriyê zêdetir bike, bi dewletên din re hevbeşiyê dike.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi lez timayên xwe pêk bîne. Ji bow ê bi rêya lihevkirinan bi partiyên kurd re ku hewldanên pêkanîna yekitiyê binpê kirin, dîwar lê dike, deriyên sînor ên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re digire, her wiha bi rêya dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û guhertina demografiya wan, hewl dide erdnîgariya Sûriyê parçe bike.

Em bêdengiya civaka navneteweyî, di serî de hêzên çalak di dosyaya Sûriyê de û hemû rêxistinên mafên mirovan a li hember êrişên dewleta Tirk, şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku helwestên xwe yên siyasî ji bo rawestandina van êrişan nîşan bidin.”

(dx)

ANHA