Klîba nû ya Awaza Çiya derket

Koma Awaza Çiya ya muzîka klîba bi navê ‘Em rê nadin’ belav kir. Ev klîb li ser berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ye ku li hember êrişên dagirker ên dewleta Tirk tê dikoşin.

Klîba nû ya Awaza Çiya derket
27 nîsan, 2022   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Artêşa Tirk di 17’ê Nîsana 2022’an de li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişeke dagirker dabû destpêkirin. Berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li hember dagirkeriyê jî bû mijara klîba Awaza Çiya. Di klîba bi navê ‘Em rê nadin de’ de li ser berxwedana gerîlayan tê sekinandin.

Di klîbê de qala îxanetê jî tê kirin û tê diyarkirin wê destûrê nedin ku îxanet bi ser bikeve.