​​​​​​​ ‘DYA dê zêdetir derfetê bide Tirkiyê ku li Rojhilata Navîn tev bigere’

Li gorî pêşbiniyên pisporan, bandorên tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê dê Ewropayê derbas bike û bandorê li herêma Rojhilata Navîn jî bike. Lêkolîner Nicholas Heras got DYA difikire ku mafê azadiyê bide Tirkiyê ku hîn zêdetir li herêmê tev bigere û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê vê yekê nîşan didin.

​​​​​​​ ‘DYA dê zêdetir derfetê bide Tirkiyê ku li Rojhilata Navîn tev bigere’
26 nîsan, 2022   04:07
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Li gel tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê, aloziyên li herêma Rojhilata Navîn kûrtir dibin. Hemwextî vê yekê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê planên xwe li vê herêmê vedikşîne. Leon Troçkî yê Sovyetê dibêje "Dibe ku hûn bi Rojhilata Navîn re eleqedar nebin, lê Rojhilata Navîn bi we re eleqedar e"

Li gorî şîrovekeran, tevgera leşkerî  ya Rûsya ya li Ukraynayê ji bo DYA û Rûsya ezmûna serweriyê li Rojhilata Navîn e.

Şerê ku li Ukraynayê rû dide, rasterasat bandorê li Rojhilata Navîn dike, bi taybet di aliyê aborî de. Nemaze ku herêm di esas de zehmetiyên bandorên "Buhara Ereban" dikişîne ku bandoreke neyînî ya pir mezin li aboriya wan welatan kir.

Di aliyê siyasî de jî, piraniya dewletên Rojhilata Navîn di navbera Rûsya ji aliyekî ve û Ukrayna û rojavayî ji aliyekî din ve helweteke hevseng girtine. Siyaeta herêmî ya yekalî nîşan dide ku dewletên herêmê naxwazin destwerdanê li aloziya li Ukraynayê bikin, heman demê daxwaza wan ew e ku tu aliyek di nakokiyên Amerîka û Rûsya de serkeftî an binkeftî nebînin.

Li gorî raporan, dewletên herêmê dê tenê temaşe bikin ku dê rewş ber bi ku derê ve biçe. Lê li gorî nîşaneyên destpêkê, dewletên herêmê yên bi DYA'yê ''ne bawer in'', bi nûnertiya Rûsya û Çînê dest bi lêgerîna aternatîfên aborî û leşkerî kirine. Ji wê zêdetir rûpela nakokiyên hundirîn ên di navbera wan weletan de tê tewandin. Lê gelek pispor texmîn dikin ku bandorên tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê dê hevbendiyên nû yên jeostratejîk eşkere bike.

Ligel van hesaban, bandorên muhtemel ên li ser herêmê derdikevin pêş. Dewletên Rojhilata Navîn ji destpêka hilbijartina Jeo Biden ve dest bi rêzkirina kaxezên xwe kirine û ji bo kêmkirina nakokiyên di navbera xwe de dest bi diyalogên dualî kirine. Tirkiyê hewl da diyalogan bi Misir, Îmarat, Îsraîl û Erebistana Siûdî re pêk bîne. Her wiha nakokiyên di navbera dewletên Kendavê û Misir li aliyekî  û Qeter li aliyekî din arman bûne. Di heman demê de Erebistana Siûdî û Îran gelek hevdîtin li Bexdayê pêk anîn.

Pisporên Rojhilata Navîn dibêjin, Washingotin xwest nakokiyên li herêmê aram bike da ku tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê bandoreke neynî li hewldanên wê yên derbkirina Rûsyayê neke. Ya tişta ku qewimî, piraniya hikumeta welatên Ereban derbarê vê tevgerê de helwesteke hevseng an ku bêalî girtin. Ev dide diyarkirin ku giraniya DYA'yê ya li herêmê paş ketiye. Her wiha nerazîbûnên welatên Ereban ji Washingtonê heye, ji ber ku Washington ber bi pêkanîna peymaneke nûkleerî ya muhteml ve diçe ku îzolasyona aborî ya Îranê bi dawî bike. Ev tê wateya ku nêzîkatiyên DYA ne li gorî hikumetên kendava erebî ne. Lêkolînerê payebilind ê Enstîtuya New Lines ya amerîkî Nicholas Heras ji ANHA'yê re axivî û got, şerê Rûsya yê li Ukraynayê, Rojhilata Navîn kir mijarke yekalî ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.

Her wiha diyar kir ku rêveberiya Biden ji rewşa niha ya li Rojhilata Navîn razî ye da ku giraniyê bide aloziya li Ewropa û Asyayê.

Şîrovekarên siyasî texmîn dikin ku DYA'yê ji ber mijûlbûna xwe ya bi dosyayên ku wekî gefekê li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne an ku Rûsya û Çînê, dê erka avakirina pêşeroja  Rojhilata Navîn bispêre dewletên herêmê.

Di vê çarçoveyê de Heras destnîşan dike ku hêzên herêmê, bi taybetî Îsraîl û Îmarat wê roleke aktîf di avakirina pêşeroja Rojhilata Navîn de bilîzin.

Têkildarî rola hêzên herêmî wekî Îran û Tirkiyê Heras wiha tîne ziman: "Îran hewl dide hebûna xwe li herêmê xurt bike. Tirkiyê ya herî zêde wê sûdê ji şerê li Ukraynayê werbigire. Ji ber Dewletên Yekbûyî yên Amerîka difikre ku qedereke mezin a azadiyê bide Tirkiyê ku li Rojhilata Navîn kar bike da ku destekdayîna Tirkiyê li dijî Rûsyayê biparêze."

Hêjaye bi bîrxistinê ye, ji 17'ê Nîsanê ve, dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Her wiha Erdogan gefa êrişên nû yên dagirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

ANHA