​​​​​​​Li Derayê, piştî "lihevkirinan" rojane girtin û revandin

Li ser bajarê Derayê ku ji aliyê hikumeta Şamê ve "lihevkirin" têne kirin û rojane bûyerên revandin û qetilkirinê lê rû didin endamê damezrîner ê Kombûna Nîştimanî ya Sûrî li başûr Yasîn El-Belxî diyar kir ku armanca hikumeta Şamê ji van lihevkirinan ew e ku şerê xwe li dijî gel bidomîne.

​​​​​​​Li Derayê, piştî "lihevkirinan" rojane girtin û revandin
26 nîsan, 2022   03:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Nîsanê de li bajarê Derayê yê ku hikumeta Şamê "lihevkirinan" lê pêk tîne, alozî û bêaramî gûrtir bûn. Rojane bûyerên qetilkirinê lê rû didin. Lê hikumeta Şamê çavê xwe li her vî sûcî digire û girîngiyê dide mijara "lihevkirinan".

LIHEVKIRINÊN NÛ WELATIYÊN SÛRIYÊ DITIRSÎNE

Komîteya Ewlehiyê ya girêdayî hikumeta Şamê li bajarê Derayê biryarek nû derxist. Li gorî biryarê, divê kesên ku ji bo leşkertiyê tên xwestin û yên ku reviyane di nava du rojan de 20 û 21 vê mehê ''lihevkirinan'' pêk bînin.  Her wiha kesên ku ji ber leşkertiyê neçarî reviyane, li gorî lihevkirinê û li gorî biryara ji dadwerê takakesî ya leşkertî ya Derayê hatiye dayîn tên efûkirin. Ji ber dadwerê leşkertî destûr daye wan heta 15 rojan kesên reviyane bigirin.

Piraniya ciwanên Derayê ditirsin ku piştî dema taloqkirina wan bi dawî bibe, bendên kontrolê yên hikumetê wan careke din bişîne leşkertiyê, nemaze ku hejmareke mezin a ciwanên herêmên başûr paşxistina leşkertiyê wernegirtine.

Meha Nîsanê dema paşxisyitna leşkertiya neçarî û ihtiyat(yedek) bi dawî bû ku hikumeta Şamê bi biryarekî rêveberî ya taybet dabû ciwanên bajarê Derayê.

Hêjayî gotinê ye ku hikumeta Şamê di Nîsana 2021'an de li Derayê ji bo leşkeriya neçarî û îhtiyat destûra salekê dabû ciwanên ku dihatin xwestin derkevin derve, lê di 23'yê Gulana 2021'ê de biryarek hate dayîn ku rêwîtî qedexe ye. Beriya ku di 17’ê Hezîranê de werin û destûra rêwîtiyê bigirin.

Çavdêr diyar dikin ku mijara leşkerkirinê, dibe ku gelek bandoran bi xwe re bîne û şerekî di navbera gel û hikumeta Şamê de derxe, dibe ku hin kom li hemberî her hêzekê ku ciwanan neçarî leşkertiyê dikin, rabin.

'ŞER BI HEMÛ WATEYÊN XWE YE'

Ji dema ku hikumeta Şamê lihevkirin li Derayê pêk aniye ve, li bajêr tevliheviya ewlehiyê heye, bûyerên kuştin û revandinê li dijî sivîlan û leşkeran pêk tên. Ji destpêka îsal ve, 165 bûyerên hedefgirtinê pêk hatine. Jê ya herî dijwar, meha borî bû, dema li bajêr di 2 rojan de, 10 kes hatin kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di encama hedefgirtinan de, ji destpêkê îsal ve, 134 kes hatin kuştin, di nav de 69 sivîl, jinek û 4 zarok hene, her wiha 50 endamên hêzên hikumeta Şamê, hevkarên saziyên ewlehiyê, endamên lihevkirinan, 8 çekdarên berê ku lihevkirin pêk anîne û tev li tu hêzeke leşkerî nebûn, çeteyekî berê yê DAIŞ`ê, 5 kesên nenas, çekdarekî milîsên Îranê hatine kuştin.

Endamê damezrîner a Kombûna Nîştimanî ya Sûriyê li başûr Yasîn El-Belxî ji ajansa me re diyar kir ku li Derayê şer bi hemû wateyên xwe ye, ruxmî agirbestê û pêkanîna lihevkirinan. El-Belxî gelek bûyerên kuştinê yên di vê dawiyê de li bajêr pêk hatî bi bîr xistin.

`NAKOKIYA AJANDEYAN Û TOLHILANÎNÊ`

Der barê bûyerên revandin û kuştinê yên ku bi awayekî berçav hêzên hikumeta Şamê û hevkarên  bi saziyên ewlehiyê re û kesên lihevkirin pêk anîne, ku ji aliyê kesên nenas ve pêk hatin de, El-Belxî got: “Ji şopandina me ya bûyeran re diyar dibe ku beşeke mezin a van bûyeran, nakokiyên li ser ajandiyên îranî û tirkî ne da ku dev ji başûrê Sûriyê bernedin. Ev yek hedefgirtina leşkeran, hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê û yên din ku lihevkirin pêk anîne û êdî bi saziyên ewlehiyê re kar dikin, şîrove dike.”

Her wiha El-Belxî destnîşan kir ku nakokiyên malbatî ji ber rewşa aborî ya giran, belavbûna narkotîkê û bazirganiya wê dibin sedema mîna van bûyeran. El-Belxî daxuyand ku hikumeta Şamê ji destpêka pêkanîna lihevkirinan, dixwaze vê tevliheviyê li bajêr belav bike.

Berovajî nêrîna El-Belxî çavdêrên din diyar kir ku hedefgirtina hêzên hikumeta Şamê û kesên lihevkirin pêk anîn, ji aliyê çekdarên nenas ve, destpêka tolhildanê li dijî hikumetê ye ku lihevkirin pêk anîn û daxwazên rastîn ên şêniyên bajêr paşguh kirin ku hewl da mîna beriya 2011`an hegemoya xwe li bajêr ferz bike.

Hemwextî derbasbûna 12 salan li ser aloziya Sûriyê, şerên dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecih de li bajarê Casim yê bakurê Derayê li dar ketin. Ew yek jî piştî ku dewriyeyeke hêzên ewlehiyê ya hikumeta Şamê bi ser malan de girt, ku komeke çekdarên xwecih bigire ku lihevkirin red kiriye, pêk hat. Li hember wê yekê rewşeke ewlehî pêk hat û bangên lidarxistina xwepêşandanan hatin kirin ku tê de banga serbestberdana girtiyan û hilweşandina rejîmê bikin. Her wiha li bajêr, li dijî endamên hikumeta Şamê bûyerên kuştinê pêk hatin.

Der barê pirsa ger tiştên li Derayê rû didin destpêka şoreşeke nû ye de El-Belxî got: "Bûyerên ku niha li Derayê rû didin, ne destpêka şoreşeke nû ye, lê belê bingeha şoreşeke nû li hember vê zulmê xurtir dike. "

`DIRÊJKIRINA ŞERÊ LI DIJÎ GEL`

Lihevkirinên hikumeta Şamê ku bi sponseriya Rûsyayê, li ser sivîlên ji leşkertiyê direvin û çekdarên xwecih pêk tîne, projeyeke rûsî ye ku Moskovê beriya çend salan dest pê kiriye.

Têkdilarî mijarê Yasîn El-Belxî got: "Pêkanîna rejîmê ji lihevkirinên niha re, tê wateya domdandina şerê xwe ya li dijî gel e. Lê bi lêçûneke kêmtir ku beyî hêzên xwe bilivîne dike."

Li aliyekî din alanîzvanan, destnîşan kir ku lihevkirin, rahênaneke ji aliyê hikumeta Şamê ye ku herêmên li derveyî kontrola xwe dîsa bixe bin serweriya xwe.

`PEYMANA CIVAKÎ, BIRÊXISTINKIRIN Û ASÊKIRINA DESTÛREKE NÛ`

Li ser çareserkirina krîza Sûriyê Yasîn El-Belxî wiha axivî: "Divê kesên dikarin ewlehî û destkeftiyên welat ji çeteyên û koman ji deh salan zêdetir dizî û talaniyê dikin, biparêzin, welat kontrol bikin. Divê gel azad be û kî dixwaze hibijêre. Divê peymaneke civakî ya nû pêk were ku pêkhateyên herêmê hemêz dike, ta ku nûnerên rastîn diyar dibin ku destûreke nû amade dikin ku mafên hemû pêkhateyan biparêze. Her wiha desthilat leşkertiyê kontrol neke, her herêmek bi xwe aboriya xwe geş bike, xwe bi xwe bi rê ve bibe. Destûr bê parastin da ku careke din nekeve destê sûcdarekî din."

Endamê damezrîner a Kombûna Nîştimanî ya Sûriyê ya başûr Yasîn El-Belxî bal kişand ser taybetmendiya Derayê û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dera, çirûska şoreşê ye ku dê heta pêkanîna armancên şoreşê vêketî bimîne."

(bx-şx)

ANHA