Lihevkirin û girêbestên têkçûyî-Cemîl Reşîd

Lihevkirin û girêbestên têkçûyî-Cemîl Reşîd
26 nîsan, 2022   00:51

Ji 15 rojan ve dorpêça Firqeya 4'an  a girêdayî hêzên hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyên yên Helebê dewam dike. Der barê wê de danûstanên di navbera Rêveberiya xweser û hikûmeta Şamê de bi însyatîfa Rûsyayê li Qamişlo tu encam bi xwe re neanî.

Gelek sedem hene ku hikûmeta Şamê weke Şehbayê dorpêç li ser taxên Şêmeqsûd û Eşrefiyê jî ferz bike. Ev reftar ji geşedanên siyasî û leşkerî yên li ser asta Sûriyê nayên cudakirin, taybet aloziya Sûriyê ber bi xeteriyekê ve diçe û dê hikumeta Şamê û hevkarên wê ji encamên vê pêvajoyê bandor bibin.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, taxên Şêxmeqsûd û Eşrfiyê xeta siyem girt, derbasî nava şerê di navbera hikumet û çeteyan de nebû. Her du aliyan hewl didan ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bînin kêlek xwe, lê siyaset û stratejiya li her du taxan hat meşandin, xeta siyem bû, ne di warê leşkerî ne jî warê siyasî de şerê tu alî nekir. Parastina ewlehî û bêalîbûna xwe kir û her dem xwe ji bo êrişan amade kir.

Bêalîbûna taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû sedem ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk êriş bikin. Cara yekem di cejna Qurbanê ya 2012'yan de çeteyên dewleta Tirk ku navê "Artêşa Azad" li xwe dikirin, taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin. Di encam de di nav de jin, zarok û kesên bi temen, bi giştî 15 welatî şehîd bûn, piştre çeteyan rêya di navbera Heleb û Efrîn de girtin û Kurd li ser nasnameyê direvandin. Paşê çeteyên Cebhet El-Nusra dest bi êrişên li ser çiyayê Barsa Xatûn li gundê Qestel Cindo yê rojhilatê Efrînê kirin. 

Êrişa duyem jî di dawiya Adara 2013'yan de pêk hat, wê demê bi dehan welatî şehîd û birîndar bûn, ziyan gihişt mal û milkên walatiyan û piraniya niştecihên taxê koçber bûn.

Şervanên YPG'ê û YPJ'ê di dawiya 2015'an de taxa Şêxmeqsûd ji çeteyan rizgar kir, tevî kêmderfetiyan careke din tax bi rêxistin kir û saziyên rêveberiyê hatin avakirin.

Êrişa siyem û ya herî bi hêz di 16'ê Sibata 2016'an de pêk hat, wê demê li ser fermana dewleta Tirk a dagirker 26 komên çete dest bi êrişan kirin. Çeteyan di êrişên xwe de çekên kîmyewî jî bi kar anîn.

Şervanên YPG û YPJ’ê û şêniyên taxê bi hev re berxwedaneke dîrokî dan meşandin, nêzî hezar kesî şehîd bûn, lê di dawiyê de berxwedanî bi ser ket.

Çeteyan plan dikirin ku di nava çend rojan de taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dagir bikin, lê berxwedana şêniyan planên wan vala derxistin.

Piştî ku Efrîn hat dagirkirin, bi deh hezaran koçber li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin bicihkirin.

Rêveberiya her du taxan, pêwîstiyên jiyanî weke madeyên xwarinê, kehrebe, av û xebatên xizmetgurzarî ji koçberan re peyda kirin.

Hêzên hikumeta Şamê li derdora her du taxan 3 bendên xwe yên kontrolê ava kirin. Yek ji wan li ser xeta tirênê ya otostrada rojhilatê taxa Şêxmeqsûd e, ya din li aliyê şûştingeha EL-Cezîra û ya siyem jî li nêzî mizgefta Selahedîn El-Eyûbî li taxa Eşrefiyê ye.

Hêzên hikumeta Şamê li ser bendên kontrolê şêniyan asteng dikin, kesên ji taxê derdikevin û derbas dibin teftîş dikin, bace li ser derbaskirina madeyan ji bo taxan distînin.

Ji beriya mehekê ve hêzên hikumeta Şamê dorpêç li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her wiha Şehbayê ferz dike. Rê nadin ku madeyên sereke weke ard û  sotemenî weke mazot û xaz ku ji herêma Cizîrê tê derbas bibin. Ji bilî wê jî, hêzên hikumetê bi xerabî nêzî şêniyan dibin û bi behaneyên vala wan digirin. Beriya niha jî carnan tax dorpêç dikirin carnan rê didan made derbas bibin.

Lê tişa ji 15 Adarê rû dide, ew e ku Firqeya 4'an bi yekcarî rê nade ard derbas bibe, gelek kamyonên ard li ser bendên kontrolê sekinîne, nikarin derbas bibin. Firneyên nan jî ji ber vê sedemê ji kar sekinîne.

Tekez li pey vê dorpêçê rehendên siyasî û leşkerî hene, ev yek jî bi geşedan û lihevkirinên dawî yên di navbera hikûmeta Şamê û hêzên herêmî de, taybet dewleta Tirk, Rûsya û Îranê girêdayî ne.

Em nikarin veşêrin ku Firqeya 4'an girêdayî Îranê ye. Îran jî dixwaze bêhtir desthelata xwe li Sûriyê fireh bike, taybet piştî ku Rûsya bi şerê li gel Ukraynayê mijûl bûye.

Li aliyê din jî biyara hikumeta Şamê ya ferzkirina dorpêçê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî hevdîtinên di navbera Îstixbaratên hikumeta Şamê û dewleta Tirk pêk hatin.

Endamê desteya hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl beriya niha ji tora Nebid El-Şemal re gotibû, Firqeya 4'an biryaran nade, biryaran pêk tîne. 

Êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û zextên wê li ser hikûmeta Şamê, hişt ku hikûmet keysa xwe di Rêveberiya Xweser re de bibîne, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê dorpêç bike.

Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker dest bi parçekirina komên çete kiriye da ku wan teslîmî hikûmeta Şamê bike. Ev hemû jî nîşanên careke din vegerandina têkiliyên di navbera hikûmeta Şamê û dewleta Tirk de ne. Ev lihevkirin bi însyatîfa Rûsya, Îran û Îmaratê pêk tê.

Dûrxistina endamên Ixwan El-Mislimîn ji nava Îtîlafê, û şertên dewleta Tirk ji bo vegerandina têkliyan bi hikûmeta Şamê re, nîşanên komployeke nû ye. Li ser ragihandinê jî derket holê ku serokê MÎT'ê Hakan Fîdan û serokê Istixbarata hikûmeta Şamê Elî Memlûk li Moskova bi hev re ciyane û her du aliyan li ser van xalan li hev kirine:

  1. Şerê li dijî Rêveberiya Xweser, QSD'ê û YPG'ê
  2. Dewleta Tirk çeteyan radestî hikûmeta Şamê bike
  3. Vegera biewle ya koçberan
  4. Vekirina dergehên sînorî di navbera her du welatan de
  5. Dewleta Tirk careke din bajarê Helebê ava bike.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya balafirên bêmirov û hedefgirtina sivîl û saziyên Rêveberiya Xweser, topbarana li ser Şehbayê, her wiha bi dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re xeleka kiryarên wan temam dibe.

Rûsya jî hewl da di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de lihevkirinekê ava bike. Lê ji ber hewldanên Rûsyayê bi guman in, ew însyatîf bi ser neketin. Rûsya gef li Rêveberiya Xweser dixwe ku ew ê rê bide êrişên artêşa Tirk a dagirker ku êrişî herêmê bike.

Lê diyar e, di şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, Amerîka dikarîbû dewleta Tirk vegerîne himbêza xwe û dûrî Rûsyayê bike, Rûsyayê jî ev yek baş fêm kiriye. Dewleta Tirk balafirên bêmirov dide Ukraynayê, çeteyên ji Sûriyê jî dişîne Ukraynayê da şerê Rûsyayê bikin.

Tê xuyakirin ku piştî Rûsyayê êrişên xwe li ser herêmên bakurê Sûriyê zêde kirin taybet li Efrîn, Ezaz û Babê, dewleta Tirk siyastên xwe der barê Rûsyayê de guhert. Niha ew ketiye nava tevliheviyê, ji ber guhertinên li ser asta Sûriyê û berxwedana şervanên QSD'ê, nikare êrişeke din a dagirkeriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide meşandin. QSD'ê beriya niha di civîna xwe de diyar kiribû ku ew ê bersiva hemû êrişên dagirkeriyê bide.

Li gorî hemû pêşbîniyan, hikumeta Şamê bi avakirina têkiliyan bi dewleta Tirk re şaştiyan dike, dê encam negire, ji bo rizgarkirina Sûriyê ji planên dijber divê vegere diyaloga bi Rêveberiya Xweser re, gelo dê vegere ser hişê xwe? Di rojên bê de dê her tişt eşkere bibin.

(şt)