‛Em li kêlek keç û xortên xwe yên gerîla ne’

Dayikên Aştiyê yên Hesekê, di çalakiya konvedanê de gotin ew ê li rex zarokên ewe yên gerîla bin û destnîşan kirin ku berxwedana gerîla rêya yekane ya xilasiya ji pergalên zordest e.

‛Em li kêlek keç û xortên xwe yên gerîla ne’
‛Em li kêlek keç û xortên xwe yên gerîla ne’
‛Em li kêlek keç û xortên xwe yên gerîla ne’
‛Em li kêlek keç û xortên xwe yên gerîla ne’
‛Em li kêlek keç û xortên xwe yên gerîla ne’
25 nîsan, 2022   21:01
HESEKÊ

Çalakiya konvedanê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ku duh li parka Xabûr a li taxa Til Hecir a Hesekê dest pê kiriye didome.

Di çalakiya konvendanê de ku di roja xwe ya duyemîn de ye, malbatên şehîdan û bi dehan dayikên aştiyê yên Hesekê, bi dehan mamoste û Tevgera Xwendekarên Demokratîk a bajêr beşdar bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir, dûvre endama rêveber a Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka li ser navê Rêveberiya Xweser axivî û şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn.

Zeyneb Şîtka berxwedana gerîla ya li hember artêşa Tirk a dagirker silav kir û beşdariya PDK’ê di êrişan de şermezar kir.

Zeyneb Şîtka wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana gerîla aciz e û ji deh salan ve hewl dide vîna gelên Kurdistanê têk bibe, lê bi saya berxwedana HPG’ê bi bin dikeve."

Zeyneb Şîtka ev tişt got: "Dagirker hemû çekên pêşketî û qedexekirî bi kar tîne, dixwaze bi van êrişan vîna HPG’ê têk bibe. Lê divê em jî teslîm nebin û xwe ji bo vê pêvajoyê amade bikin û destkeftî û herêmên xwe biparêzin."

Li aliyekî din jî dayika şehîd Qehreman Çîçek Sultane Seîd ku endamê Komîteya Dayikên Aştiyê ya Hesekê ye got ew ê li kêlek keç û xortên xwe yên gerîla bisekinin û wiha anî ziman: "Berxwedana gerîla rêya yekane ya xelasiya ji rejîmên destpot e û divê em li hember êrişên dest girêdayî nemînin."

Sultane Seîd bang li malbata Barzanî kir ku dev ji siyaset û îxaneta xwe berdin û civata navneteweyî li ser bêdengiya wan a li hember êrişên dewleta Tirk ên kîmyewê yên li dijî HPG’ê rexne kir.

Dûvre ciwanên şoreşger sînevîzyonek li ser berxwedana HPG’ê û YJA Starê li hember dagirkeriya Tirk pêşkêş kirin.

Di çalakiyê de ciwanên bersiva serferberiya giştî didin û navên xwe tomar dikin û piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re nîşan didin.

Çalakiya roja duyemîn bi diruşmên silavkirina berxwedana gerîla li hember dagirkeriya Tirk û şermezarkirina îxaneta PDK’ê bi dawî bû.

ANHA