​​​​​​​Mihemed Xêr Şêxo: Sûcekî nû li sicilê dewleta Tirk a dagirker zêde bû

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku topbarana Kobanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, sûcekî nû li sicilê sûcên wê yên li herêmê tê zêdekirin. Dewleta Tirk a dagirker welatiyên ku bajarên xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirine, dike hedef.

​​​​​​​Mihemed Xêr Şêxo: Sûcekî nû li sicilê dewleta Tirk a dagirker zêde bû
25 nîsan, 2022   23:43
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker sibeha îna derbasbûyî Kobanê topbaran kir, di encamê de ziyan gihaşt mal û milkên welatiyan. Topbaran li dijî taxa Kaniya Kurdan û kolana 48`an a naverasta bajêr bû. Bi wê re du welatî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Rêveber a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo ji ANHA`yê re axivî. Şêxo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker wekî her carê dixwaze ewlehî û îstiqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, lewma bi hemû rêbazan tirsê dixe dilên welatiyan.

Şêxo diyar kir ku li herêmê sûcên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin, çi bi rêya hedefgirtina welatiyan be yan jî mizgeft, navendên tenduristiyê û qutkirina ava Firatê be ku bandoreke neyênî li qada çandiniyê, enerjiyê û sewalkariyê dike.

Der barê topbarankirina Kobanê Şêxo wiha got: "Sûcekî nû li sicilên sûcên dewleta Tirk a dagirker hate zêdekirin ku ew jî topbarankirina taxên Kobanê ye."

Mihemed Xêr Şêxo da zanîn ku dema çeteyên DAIŞ`ê 15`ê Îlona 2014`an êriş kir, dewleta Tirk a dagirker bê deng ma, lê piştî bajêr hate rizgarkirin, dest bi hedefgiritina welatiyên ku bajarên xwe rizgar kirin, kir.

Şêxo destnîşan kir ku hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker ji Kobanê re, bi armanca berfirehkirina rûbera dagirkeriya xwe ye, di vê yekê de mijûlbûna cîhanê bi krîza Rûsya û Ukraynayê bi kar tîne, da ku armancên xwe pêk bîne.

Şêxo civata navneteweyî berpirsa sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dît.

Di dawiyê de Mihemed Şêxo bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Kobanê şermezar kirin û piştigiriya xwe bi welatiyên Kobanê re nîşan da.

(eh)

ANHA