Li Tebqayê şehîdên mehên Adar û Nîsan hati bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê bi merasîmekê 22 şehîd bi bîr anîn ku di mehên Adar û Nîsanê de di sal û cihên cuda de şehîd bûne.

Li Tebqayê şehîdên mehên Adar û Nîsan hati bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Adar û Nîsan hati bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Adar û Nîsan hati bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Adar û Nîsan hati bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Adar û Nîsan hati bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Adar û Nîsan hati bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Adar û Nîsan hati bibîranîn
25 nîsan, 2022   16:43
TEBQA

Malbatên şehîdan, endamên partiyan, saziyên sivîl û leşkerî tev li merasîma bîranînê bû ku li goristana şehîdan a li rojavayê Tebqayê li dar ketiye.

Di merasîmê de, malbatên şehîdan mûm li pêşiya wêneyên şehîdan pêxistin. Paşê endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulhekîm El-Hisên axivî û got: “Em îro di Cejna Şehîdan de şehîdên xwe bi bîr tînin. Divê em bi zarokên xwe serfiraz bin ku rêya azadiyê û xilasiyê ji bo me xêz kir.”

Ebdulhekîm El-Hisên soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha bavê şehîd Hanî El-Elîs Yasir El-Elîs axivî û got: “Hîna em di destpêka rê de ne ku şehîdan ji me re xêz kiriye. Şer pir in û dirêj in û dagirekriya Tirk çavê xwe berdaye xêr û berakata axa me.”

Yasir El-Elîs wiha domand: “Şerê îro, berdewama şerê li dijî gelên me ye. Armanca rastîn jî, têkbirina projeya neteweya dmeokratîk e ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye.”

Yasir El-Elîs soza şopandina destkeftiyên şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de, sînevizyonek têkildarî wêneyên şehîdên mehên Adar û Nîsanê hat pêşandan.

(şx)

ANHA