Komîteya Rûspiyan a Helebê: Em şehîdên xwe ji bîr nakin û dê şopdarên rêya wan bin

Bi boneya Cejan Şehîdan Komîteya Rûspiyan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîdên Qereçoxê û hemû şehîdên azadiyê bi daxuyaniyekê bi bîr anî û got: “Em şehîdên xwe ji bîr nakin û dê şopdarên rêya wan bin.”

Komîteya Rûspiyan a Helebê: Em şehîdên xwe ji bîr nakin û dê şopdarên rêya wan bin
25 nîsan, 2022   16:13
HELEB

Komîteya Rûspiyan a Helebê îro li goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya li taxa Şiqeyif bi boneya Cejna Şehîdan ku 25`ê Nîsanê ye daxuyaniyek da. Bi dehan rûspiyên ereb û kurd ên taxê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Endamê komîteyê Welîd Bekir daxuyanî xwend û tê de hat gotin:

“Şehîd bingeha avakirina welatan e. Welat bê fedakariyên şehîdan dê wêran bibe. Axa ku bi xwîna şehîdan tê avdan, bêhna xweş jê tê. Şehîd çêkerên serfiraziya neteweyan û rûmeta wan in. Ew di jiyana tarî de qendîl in.

Bi vê boneyê em şehîdên Qereçoxê bi bîr tînin ku di 2017`an de ji bo parastina welatê xwe şehîd bûne. Dijmin çi dike bila bike lê nikare istiqrara li herêmê têk bibe û fitneyê di navbera pêkhateyên wê de derxe. Ji ber ku gelê me yek e û li paş ciwanên xwe ne.

Bi siyasetên dorpêçê û birçîkirinê nikarin hevgirtina me xera bikin. Berxwedana me ya bi giyana fedayî ne biçûk e.

Em soz didin şehîdên welatê xwe û şehîdên azadiyê ku wan ji bîr nakin û dê her tim di bîra me de bin. Em ê her tim şopdarên rêya wan bin.”

(şx)

ANHA