Topbarana dewleta Tirk dibistan û saziyên xizmetguzarî yên Hesekê wêran kir

Ajansa me encamên topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser dibistan, saziyên xizmetguzarî yên gundên navçeya Zirgan a katona Hesekê belge kirin. Ji dîmenan asta wêraniyê xuya dibe û diyar dibe ku dewleta Tirk sûcên şer li wan herêman pêk anîne.

Topbarana dewleta Tirk dibistan û saziyên xizmetguzarî yên Hesekê wêran kir
Topbarana dewleta Tirk dibistan û saziyên xizmetguzarî yên Hesekê wêran kir
Topbarana dewleta Tirk dibistan û saziyên xizmetguzarî yên Hesekê wêran kir
Topbarana dewleta Tirk dibistan û saziyên xizmetguzarî yên Hesekê wêran kir
Topbarana dewleta Tirk dibistan û saziyên xizmetguzarî yên Hesekê wêran kir
25 nîsan, 2022   14:44
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran, gundên navçeya Zirgan a navçeya Hesekê topbaran dike. Di encamê de zirarên madî gihaştin mal û milkên welatiyan, binesazî û saziyên xizmetguzarî yên navçeyê û windahî çêbûn.

Ajansa me bi dîmen encamên topbarana li ser dibistana Til El-Werd û Şaredariya Gel a navçeya Zirgan belge kir.

21`ê Nîsanê dewleta Tirk a dagirker dibistana El-Werd a li başûrê navçeya Zirgan, Şaredariya Gel, gundên Xirbet Şiîr, Dada Ebdal, Bûbî û Esediye topbaran kirin.

Li gorî pergala Roma ya Dadgeha Cezayan a Navneteweyî ku bingeha wê lihevkirina Cinev a 1949`an e, hedefgirtina dibistan û saziyên sivîl sûcên şer in.

(şx)

ANHA