Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Srûiyê bi boneya Cejna Şehîdan daxuyanî da

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Cejna Şehîdan ku dikeve 25`ê Nîsanê daxuyanî da û tê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Srûiyê bi boneya Cejna Şehîdan daxuyanî da
25 nîsan, 2022   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê ya bi boneya Cejna Şehîdan daye wiha ye:

“Şehadet; bi hemû wateyên xwe yên berz û giyana gelên azadîxwaz ku li pêşerojeke baştir ji zarokên xwe re digerin, ji ber fedakariyên şehîdan di rêya azadî û rûmetê de dane, pêngava herî mezin e.

Wateyên mezin ên şehadetê, bi rengê wê yê herî xweşik hatin xêzkirin, dema xwîna şehîdên hemû pêkhateyan li ser axa wan di destanên lehengiyê de di oxira şoreşa demokratiyê de têkil hev bûn ku ji zêdetirî 10 salan ve berdewam e.

Li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên hovane û hewldanên qirkirina gelên wê û dîroka wê bi destê rêxistinên terorîst mîna Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê, pêk hatin. Jê êrişa DAIŞ`ê li dijî Kobanê, piştre kontorlkirina herêmên din. Lê bi saya berxwedana hêzên me yên leheng; YPG, YPJ û QSD`ê ev êriş têk çûn, herêmê ji vê rêxistinê rizgar bû. Lê piştre dijminên mirovahiyê anku dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan ên girêdayî wê, êrişî herêmê kirin û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Ev yek hemû li gel bêdengiya bi guman a civata navneteweyî pêk hat.

Em bejna xwe li ber fedakariyên şehîdan ditewînin û soz didin wan ku li axa bi xwîna wan a pak hatiye avdan, dê darên azadî û rûmetê şîn bibin.”

(şx)

ANHA