80 cenazeyên leşkeran birin Geverê

Êrişên hevper ên dewleta Tirk a dagiker û PDK’ê li dijî Başûrê Kurdistanê didome. Hate zanîn ku heta niha 80 cenazeyên leşkeran birine Geverê û ji wir jî şandine Enqereyê.

80 cenazeyên leşkeran birin Geverê
25 nîsan, 2022   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagiker di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi êrişên dagikeriyê kiribû. Di çarçoveya êrişan de li herêmê şerên dijwar diqewimin. Tê gotin ku di encama şeran de heta niha gelek leşker hatine kuştin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, 4 roj berê cenazeyên 80 leşkeran birine Nexweşxaneya Dewletê ya Gever a Colemêrgê. Çavkaniyan destnîşan kir ku piştî kar û barên li Geverê jî ev cenaze li Balafirgeha Selahattîn Eyubî ya Geverê şandin Enqereyê.

Her wiha leşkerên ku di şer de birîndar bûne jî li nexweşxaneya ku li herêma Oremarê hatiye avakirin tên dermankirin. Ji ber ku hejmara leşkerên birîndar gelek zêde ye, leşkerên birîndar û yên hatine kuştin derbasî Nexweşxaneyên Dewletê yên Çelê û Colemêrgê hatin kirin.