​​​​​​​HPG: Li hemberî gerîla gaza bi jehrî bi kar anîn

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG‘ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî çalakiyên gerîlayan derbên giran xwarine, li herêmên berxwedanê yên Kurojehro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kûnîşka û Girê Ortê gazên bi jehrî bi kar anîne.

​​​​​​​HPG: Li hemberî gerîla gaza bi jehrî bi kar anîn
24 nîsan, 2022   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk li herêmên berxwedanê yên Kurojehro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kûnîşka û Girê Ortê li dijî çeperên gerîlayan gazên bi jehrî bi kar anîne.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ev daxuyanî da:

"Dagirkerên ku di encama çalakiyên bi bandor ên hêzên me de, derbên giran xwarin li dijî çeperên li herêmên berxwedanê yên Kurojehro, Werxelê, Şehîd Şahîn, Kûnîşka û Girê Ortêyê gazên bi jehrî bi kar anîn.

Ku gazên bi jehr nebûn xwedî encam, îcar dest bi bikaranîna gazên kîmyewî yên zer kirin. Berxwedana hêzên me û şer û pevçûn berdewam in.’’