Êrişên dewleta Tirk li Şamê hatin şermezarkirin

Meclisa PYD’ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet êrişa dawî ya li dijî Kobanê, hedefgirtina 3 şervanên YPJ’ê û êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, meşeke girseyî li Şamê li dar xist.

Êrişên dewleta Tirk li Şamê hatin şermezarkirin
24 nîsan, 2022   16:22
ŞAMÊ

Bi beşdariya bi sedan kurdên li taxa Zorava ya Şamê meşeke girseyî ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin.

Meş li qada Zorava vegerî mîtîngê, dûvre Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)  şaxê Şamê Fadil Bozan axivî û êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li gelê Sûriyê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û bêyî bidawîkirina dagirkeriyê ne pêkan e aştî û îstîqrar li Sûriyê pêk were.

Bozan hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re li dijî HPG’ê şermezar kir û bang li gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê kir ku siyasetên PDK’ê ku xizmetî dijminên gelê Kurd dikin, şermezar bikin.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di 20’ê vê Nîsanê de erebeyek li ser rêya gundên Îdiq û Toxt ên başûrê Kobanê hedef girt, di encamê de 3 şervanên YPJ’ê şehîd bûn, her wiha careke din jî di 22’yê heman mehê de taxên Kobanê bombebaran kirin, di encamê de welatî birîndar bûn.

(fr)

ANHA