SOHR: Rûsyayê bajarên Efrîn, Ezaz û Babê bombebaran kirin

SOHR`ê ragihand ku balafirên şer ên Rûsya di saetên berbangê de bajarên Efrîn, Ezaz û Babê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, bombebaran kirin.

SOHR: Rûsyayê bajarên Efrîn, Ezaz û Babê bombebaran kirin
23 nîsan, 2022   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê berbangê balafirên şer ên Rûsya herêmên Efrîn, Ezaz û Babê yên gundewarê Helebê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bombebaran kirin, li ser wê yekê li wan herêman dengê teqînên bi hêz hate bihîstin.

SOHR'ê duh diyar kiribû ku balafirên şer ên Rûsya li esmanê "herêma bêçek" digerin û bi moşekên hewayî bajarokê Ehsem li Çiyayê Zawiyê yê gundewarê başûrê Idlibê, kirin hedef.

Balafirên şer ên Rûsyayê duh li deverên li herêma El-Riwêha ya başûrê Idlibê û Enkawî ya Sehil Xab a bakur rojavê Hemayê zêdetirî 6 êrişên hewayî pêk anîne. Der barê windahiyên canî de agahî nehatibûn bidestxistin.

 (dx)