Li Dêrazorê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a gundewarê rojhilatê Dêrazorê îro li dijî êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagir û PDK`ê û lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, xwepêşandanek li dar xist.

Li Dêrazorê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin
23 nîsan, 2022   11:45
DÊRAZOR

Rûspî, şêxên eşîran û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên li gundewarê rojhilatê Dêrazorê tev li xwepêşandanê bûn.

Hevserokê Meclisa Malabtên Şehîdan a gundewarê Rojhilatê Dêrazorê Rakan El-Ferîh daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Em gelê rojhilatê Dêrazorê û rûspî, şêx, sazî, meclis û hemû pêkhateyan, êrişên dewleta Tirk ên hovane yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina bajar û gundan û topbarankirina Kobanê, Şehba û herêma Cizîrê şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku "Herêma Kurdistanê" şirîka komployên li dijî gelê azadîxwaz e. Her wiha bang li civata navneteweyî, NY`yê, rêxistinên mafên mirovan û Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî hate kirin ku li hemberî van sûcên li dijî gelê herêmê bi erka xwe rabin.

(eh)

ANHA