Medya Îranê: Gera 5`emîn a dan û standinên Tehran-Riyadê hate lidarxistin

Ajanseke îranî eşkere kir ku gera 5`emîn a dan û standinên di navbera Tehran û Riyadê de li paytexta Iraqê Bexda pêk hatiye.

Medya Îranê: Gera 5`emîn a dan û standinên Tehran-Riyadê hate lidarxistin
23 nîsan, 2022   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa “Noor News” ragihand ku di navbera rayedarên payebilind ên Sekreteriya Giştî ye Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û serokê îstîxbarata Erebistana Siûdî de dan û standin pêk hatine.

 “Noor News” eşkere kir ku dan û standin baş derbas bûne û hêviyên berdewamkirina têkiliyên dîplomatîk yên her du welatan xurtir kiriye. Li gorî heman ajansê, tê payîn ku zemînek ji bo pêkanîna civîneke hevpeş di navbera wezîrên derve yên her du welatan de bê avakirin.

Dan û standinên di navbera Riyad û Tehranê di Mijdara 2021`an de, piştî hilbijartina Îbrahîm Reîsî wek serokê nû yê Îranê, rawestiyabûn.

Riyad û Teharnê ji Nîsana 2021`an ve bi armanca nîqaşkirina gelek dosyayên herêmî yên bi girêk, dest bi dan û standinên du alî yên yekser kiribûn.

(şx)