Hevjîna Şehîd Ayaz: Ez ê navê hevjînê xwe li kurê xwe bikim

Ayaz Elî ji nav refên "Pêşmergeyên Roj" derdikeve û tev li refên Hêzên Sûriya Demokratik dibe. Ayaz di Pêngava Gurzê Gelan de dighêje asta şehadetê. Hevjîna wî ku li benda kurê xwe ye dibêje: "Ez ê navê bavê wî lê bikim da ku ji wî fêrî lehengiyê bibe."

Hevjîna Şehîd Ayaz: Ez ê navê hevjînê xwe li kurê xwe bikim
23 nîsan, 2022   05:24
QAMIŞLO- ÎSAM EBDULLAH

Her şehîdek çîrokek xwe heye, hin ji wan zarokên xwe, hin malbatên xwe û hinek jî hevjînên xwe li pay xwe hiştine. Yek ji van şehîdan şehîd Ayaz Elî ye

Ayaz Elî di sala 1999'an de li gundê Girkê Mîro yê 14 km dikeve başûr rojhilatê bajarê Dêrikê ji dayik bûye. Di malbatekê welatparêz ku ji 6 kesan pêk tê de mezin dibe, ew zarokê duyemîn ê malbatê ye. Ayaz xwendina xwe ya seretayî diqedîne, lê ji ber mercên zehmet ên aborî nikare xwendina xwe temam bike û di çandiniyê de alîkariya bavê xwe dike.              

Ayaz Elî di dan û standinên xwe yên bi mezin û zarokan re dilgeş e û bê dudilî xizmeta şêniyên gund dike.

Bi destpêkirina krîza Sûriyê re, ji bo alîkariya malbata xwe bike bere xwe dide Başûrê Kurdistanê û çend salan li wir dixebite. Piştre heta sala 2019'an di nava ''Pêşmergeyên Roj'' de dixebite, lê piştî ku rastiya karê wan nas dike, ji wan vediqete û vedigere Rojava. Li vir tev li refên hêzên komandos ên QSD'ê dibe û perwerdeyên leşkerî di akademiyên QSD'ê de dibîne.   

Birayê şehîd Dengezar Elî anî ziman ku şehîd Ayaz piştî ku tevlî nava hêzên Komandos bû, soz da rêhevalên xwe yên li eniyên şer û şehîdan ku heta rizgarkirina tevahî axên dagirkirî wê rêya şehîdan bişopîne.

"Şehîd Ayaz Elî bi coş û bi hêz bû. Di her şerekî de li pêş bû û gav paş nediavêt. Erka ku diket ser milê wî bê teredut bi rihekî fedayî pêk dianî. Ayaz Elî di gelek hemleyên li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih girt."

Birayê şehîd, Dengezar Elî wiha got: "Şehîd Ayaz li eniyên pêş ên şer bû û ji erk û berpirsyariya xwe ya neteweyî gavek paşve nediavêt, bi taybet di dema hemleyên li dijî DAIŞ'ê de."

Ayaz Elî di destpêka sala 2021'an de bi keça ku çend salan jê hez dikir Cîlan Hacî re dizewice.

 Li ser kesayeta şehîd Ayaz, hevjîna wê Cîlan Hacî wiha dibêje: "Piştî demeke dirêj li Başûrê Kurdistanê, min ew qani kir ku vegere Rojava û vegere hembêza welat."

Cîlan Hacî diyar kir ku şehîd Ayaz di betlaneya xwe ya dawîn de, serdana piraniya malbat û hevalên xwe kir, piştî yek bi yek xatir ji wan xwest vegerî nuqteya xwe ya leşkerî û got: "Mîna ku dizanî ku şehadet li benda wî, xatirê xwe xwest."

Piştî ku şehîd Ayaz vedigere nuqteya xwe ya leşkerî, çeteyên DAIŞ'ê êrişî girtîgeha Sînaayê dikin kirin, Cîlan Hacî di xewna xwe de dibîne ku Ayaz şehîd bûye û wiha dom kir: "Piştî ku min ew xewn de dît, ez bêhêz bû, piştre min bihîst ku ew bi sivikî birîndar bûye."

Komek şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê di 20'ê Çileyê de êrişek berfireh birin ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê. Şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de bersiva êrişan dan û şer li derdora girtîgehê û taxên derdorê derket û hefteyekê dom kir. Di encamê de 121 endamên hêzên leşkerî û ewlehiyê, xebatkar û pasdarên girtîgehê şehîd bûn.  Ayaz Elî di 22'yê Çileyê de di pêngavê de şehîd bû.

Cîlan Hacî ji bo ku bizanibe li girtîgeha Xiwêran çi diqewime, bi taybet piştî ku li ser malperên civakî bihîst ku Ayaz şehîd bûye, malperên civakî her tim dişopand.

Cîlan Hacî niha li benda jidayikbûna zarokê xwe ye. Dibêje ku wê navê Ayaz li kurê xwe bike, da ku ji navê bavê xwe fêrî lehengî, fedekarî û hezkirina welat bibe. Cîlan Hacî diyar kir ku ew bi şehadeta hevjînê xwe serbilind e, ji ber ku şehadet di nav gel û hemû olan de pîroz e, her wiha soza şopandina rêya hevjînê xwe û hemû şehîdên azadiyê heta pêkanîna xeyalên wan da.

Birayê şehîd, Dengezar Elî soz da ku çeka birayê xwe Ayaz hilde û tola wî û hevalên wî rake.

(dx)

ANHA