YRK: Di êrişa 22`ê Nîsanê de tu zirar negihiştin hêzên me

YRK bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Asosê de tu zirar negihaştiye hêzên wan û tenê zirar gihaştiye zeviyên welatiyan.

YRK: Di êrişa 22`ê Nîsanê de tu zirar negihiştin hêzên me
23 nîsan, 2022   05:53
NAVENDA NUÇEYAN

Navenda Raghandin û Çapemeniya YRK’ê li ser êrişa 22’yê Nîsana 2022’ê ya li ser Herêma Asosê daxuyaniyek nivîskî da.

YRK’ê ev agahî da:

Di dîroka 21-22’yê Nîsanê de li ser Herêma Asos tevgera balafirên keşfê yên dewleta dagirker a dagirker hebû. Di 22’yê Nîsanê de saetên nîvro balafirên şer yên dewleta dagirker ya Tirk qontarên Çiyayên Kûrîsê bombardoman kir. Di encama van bombardomanan de tu zirar neghiştiye hêzên me, di encam de bax û baxçeyên gundiyan zirar dibînin.

Dewleta Tirk ya dagirker û faşîst li beramber berxwedana gerîlayên Kurdistanê li çiyayê Zap, Avaşîn û metîna bin dikeve. Niha mîna hirçeke birîndar êrîş dike ser Rojava, Şengal û Rojhilatê Kurdistanê.”