​​​​​​​Jinên li kampa Berxwedan: Me berê gotiye û niha jî dibêjin em teslîm nabin

Li hemberî siyasetên hikumeta Şamê yên dorpêçkirina kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, dayikên li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê soza berdewamkirina xeta têkoşînê da.

​​​​​​​Jinên li kampa Berxwedan: Me berê gotiye û niha jî dibêjin em teslîm nabin
​​​​​​​Jinên li kampa Berxwedan: Me berê gotiye û niha jî dibêjin em teslîm nabin
​​​​​​​Jinên li kampa Berxwedan: Me berê gotiye û niha jî dibêjin em teslîm nabin
​​​​​​​Jinên li kampa Berxwedan: Me berê gotiye û niha jî dibêjin em teslîm nabin
​​​​​​​Jinên li kampa Berxwedan: Me berê gotiye û niha jî dibêjin em teslîm nabin
22 nîsan, 2022   23:43
ŞEHBA-CUDÎ SÎPAN

Hikumeta Şamê bi ambargoya li ser kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hewl dide siyasetên çokdanînê li ser welatiyan ferz bike. Hikumetê ji beriya 4 salan ve rê nade xwarin û derman û madeyên çandiniyê û sotemenî derbasî kantonê bibin, ji ber vê yekê nixrên madeyan du qat bilind bûye û hewcedariyên rojane nema peyda dibin.

Ji zêdetirî hefteyekê ve jî hikumeta Şamê nahêle ard û derman derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bibin.  Dayikan îşaret pê kir ku ev siyaset nikare wan dûrî berxwedanê bixe.

'ME LI HEMBERÎ SIYASETÊN HIKUMETÊ TAWÎZAN NADIN'

Ferîde Ebdo ya ji Efrînê û li kampa Serdemê dimîne, destnîşan kir ku ji beriya mehekê ve gaz nemaye û ji ber buhabûnê nikarin papora gazê bikirin.

Jinên li kampan rêbazên kevn bi kar tînin, da ku barên ambargoyê li ser xwe sivik bikin, li ser vê yekê êzingan kom dikin û xwarina xwe amade dikin.

Ferîda Ebdo ditirse ku agir bi çadirên wan bikeve.

Ferîde Ebdo diyar kir ku armanca hikumeta Şamê ji vê ambargoyê valakirina herêmê ji niştecihên wê ye û got: "Em serma zivistanê û germa havînê li kampan tehemul bikin, da ku bi rûmet vegerin warên xwe.

DURÛTÎ

Koçbera bi navê Ferîde Mihmed wiha axivî: "Gelo dewlet li hemberî kiryarên di vê mehê de bi serê koçberên Efrînê de hatine fedî nake? Ji beriya çend rojan ve em nikarin xwarinekê ji bo fitara amade bikin, ma mirov wiha nêzî însanê misilman dibe."

Ferîde Mihemed durûtiya rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ya li hemberî dosya koçberan rexne kir û got: "Divê li hemberî sûcên li dijî me bi rola xwe ya exlaqî û mirovî rabin. Her wiha hikumeta Şamê jî tehemul û sebra dayik û kesên li kampan nake, ji ber ku em ê li ber xwe bidin û li ketina Şehbayê li dijî hikumetê bisekinin."

Dayika Zeyneb nikare giriyê zaroka xwe yê 8 mehî rawestîne, ji ber ku rastiya siyaseta li ser wan tê meşandin nizane û yekane derdê wî ew e ku şîrê germ vexwe.

Zeyneb hewl dide gazê peyda bike, lê ji beriya mehekê ve vala bûye û nikare yeka din bîne, ji ber ku hikumeta Şamê nahêle gaz derbasî herêmê bibe.

'MIROV ÇAWA DIKARE ZAROKEKÎ QANI BIKE KU EM DORPÊÇKIRÎ NE'

Zeyneb ev li axaftina xwe zêde kir: "Pitikekî me yê 8 mehî heye û hewcedarî şîr e. Em neçar dimînin ku şîr bi ava cemidî çêkin, ev jî bandorê li tenduristiyê zarok dike û bû sedem ku em wî rakin nexweşxaneyê. Li gorî doktoran îltîhab di qirika wî de çêbûye, ev jî ji ber şîr bi ava germ nayê kelandin û bi sarî vedixwe."

Zeyneb anî ziman ku ger bixwazin gazê bi paporê biguherin ew ê xwe û kampê bixin xeteriyê, ji ber ku kamp bi madeyên bilastîk hatine çêkirin û ger pêtek ji êgir lê bikeve ew ê yekser agir bi çandirê bikeve.

Zeyneb bi keser wiha axivî: "Mirov çawa dikare pitikekî îqna bike ku em dorpêçkirî ne. Em nikarin gazê bînin da ku şîr jê re amade bikin. Em dikarin sedeman fêm bikin, lê zarok nikarin û em baş tê digihêjin ku girîyê zarok encaman bi xwe re neyne û ambargoya li ser kamp û koçberên lê raneke, lê belê em baş dizanin ku berxwedan û israr yekane rêya xelasiyê ne."

Zeyneb anî ziman ku ambargoya li ser kantona Şehbayê û koçberan bi armanca şikandina vîna wan û derxistina wan ji kampan e û wiha got: "Lê me berê gotiye û careke din jî dibêjin, em ê li hemberî van hewldanan teslîm nebin û heta vegera li warên xwe li kampa berxwedanê tê bikoşin."

(eh)

ANHA