ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-04-2022
22 nîsan, 2022   23:00

-Şêniyên navçeya Çilaxa ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, meşekê li dar dixin. Meş ji qada Şehîd Mahsûm dest pê dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyê êla El-Hews li Reqayê êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, ev êriş bandorê li hemû pêkhateyên Sûriyê û Iraqê dike û got: "Bi hevgirtina pêkhateyên herêmê, em ê bi ser bikevin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li hemberî siyasetên hikumeta Şamê yên dorpêçkirina kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, dayikên li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê soza berdewamkirina xeta têkoşînê da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ayaz Elî ji nav refên "Pêşmergeyên Roj" derdikeve û tev li refên Hêzên Sûriya Demokratîk de dibe. Ayaz di Pêngava Gurzê Gelan de dighêje asta şehadetê. Hevjîna wê ku li benda kurê xwe dibêje: "Ez ê navê bavê wî lê bikin da ku ji wî fêrî lehengiyê bibe."

- Pêkhateyên Qamişloyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dijminatiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û gotin raya giştî dizane ew li ser xeta berxwedan û neteweya demokratîk in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçberiya ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişên xwe ferz bike red dikin û banga berxwedanê û girêdana bi xaka xwe ve li şêniyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Qamişloyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dijminatiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û got raya giştî dizane ew li ser xeta berxwedan û neteweya demokratîk in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-Faşîzma AKP-MHP'ê ji roja ku li Dolmabahçeyê maseya muzakereyê qeliband û bi vir ve, ev 8 sal e li dijî Kurdan şerekî qirkirin û tunekirinê dimeşîne. Herî dawî di 17'ê Nîsanê de dest bi êrişeke nû kir û aşkera kir ku di sala 2022'yan de ji bilî polîtîkayên şer tu polîtîkayeke xwe nîn e.

POLÎTÎKA

- Rojnamevan û nivîskarê lubnanî Hamo Moskoviyan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker alava wêrankirin, koçberkirin û qirkirinê ye. Her wiha anî ziman ku divê sînorek ji xayînan re were dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Cîgira seroka giştî yê FIDH'ê parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku doza li dijî ‘Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin’ nimûneyek e û nîşan dide bê ka hikumeta Tirk hewl dide pergaleke çawa ava bike ku li gorî çarçoveya “tirk-mêr-sunnî" ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA