​​​​​​​Parlamenterê YNK’ê bersiva PDK’ê da: Partiya we her roj li dijî hêzekî Kurdistanî çeperê digire

Parlamenterê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Luqman Werdê bersiva Koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) da û diyar kir ku partiya we ber leşkerên dagirker bûye kewê sor û her roj li dijî hêzekî Kurdistanî çeperê digire.

​​​​​​​Parlamenterê YNK’ê bersiva PDK’ê da: Partiya we her roj li dijî hêzekî Kurdistanî çeperê digire
22 nîsan, 2022   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Luqman Werdê bi daxuyaniyekê bersiva koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li parlamentoya herêma Başûrê Kurdistanê da ku YNK bi xwe fezkirina li ser Silêmaniyê gunehbar kirîbû.

Parlamenterê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Luqman Werdê diyar kir ku partiya we ber leşkerên dagirker bûye kewê sor û her roj li dijî hêzekî Kurdistanî çeperê digire.

Parlamenterê YNK'ê yê herêma Başûrê Kurdistanê Luqman Werdê di daxuyaniya de wiha tîne ziman: “Xweferzkirin partiya xwe bi xwe ye ku bi roja ronî, pereyê dahata nefta Kurdistanê xelas dikin û beramberî birçîkirina hemwelatiyan hemsar in. Xweferzkirin hun in ku rojane bi hîncetên bêbingeh çalakvan û rojnamegeran davêjin guncikên girtîgehan. Eger hun fikara rewşa Silêmaniyê ne, erê ji bo çi Dêrelok, Şêladiza birîndar, Biradost dagir kiriye, çima bi nehet welatên sivîl tên şehîdkirin û gundên wan, rez û baxçeyê welatiyên ser sînor  tên şewitandin û wêrankirin, hûn çawa xehdana şermezariyê narijînin.”