Mihemed Şahîn îro mêvanê bernameya taybet a ANHA`yê ye

Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser cografiya Kurdistanê zêdetir kirine û li dijî gelên azadîxwaz operasyona qirkirinê daye destpêkirin. Têkildarî mijarê îro hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê bi bernameyeke taybet dê ji ajansa me re biaxive.

Mihemed Şahîn îro mêvanê bernameya taybet a ANHA`yê ye
22 nîsan, 2022   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî êrişên qirkirin û dagirkirinê tên. Dagirkeriya Tirk vê sibê jî bajarê Kobanê topbaran kir û 2 welatî birîndar bûbûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi vê plana mêtîngeriyê hewl dide gelên demokrasîxwaz û azadîxwaz qir bike û timayên xwe yên Osmanî li Rojhilata Navîn pêk bîne.

Têkildarî mijarê, îro ajansa me bi hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn re bernameyeke taybet çêdike.

Bername dê di saet 17:00`an de li gorî dema Qamişlo bê weşandin. Hû dikarin li ser malperên fermî yên ANHA`yê jî bişopînin.

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/hawarnews

https://hawarnews.com/ar/

(cx)