Hêzên Taybet li herêma Holê serçeteyekî DAIŞ`ê girt

HAT`ê serçeteyekî DAIŞ ku bûyerên revandinê, planên êrişan û bûyerên kuştinê li herêma Holê pêk tanî, girt û belge, alavên teknîkî û çekên pê re desteser kir.

Hêzên Taybet li herêma Holê serçeteyekî DAIŞ`ê girt
19 nîsan, 2022   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Taybet (HAT) ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hêzên Koalîsyona Navneteweyî duh li gundê El-Nefayêl yê bajarokê Holê bi ser cihê seçeteyekî DAIŞ'ê yê li gund de girt.

Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro daxuyaniyek belav kir û tê de got: "Hêzên me tevî hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi rêya şopandina şaneyên rêxistinên terorîst û tevgerên wan, serçeteyekî DAIŞ`ê ku bûyerên revandinê, planên êrişan û bûyerên kuştinê li herêma Holê pêk tanî, girt."

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, belge, alavên teknîkî, telefon û 2 çekên nêçîrê yên pê re hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir şopandina rêxistinên terorîst, tunekirina wan û misogerkirina aramî û ewlehiyê li herêmê ji aliyê hêzên wan ve dê dewam bike.

 (dx)