PYD`ê Çarşema Sor li êzidiyan pîroz kir

PYD`ê Çarşema Sor li êzidiyên li welêt û derveyî welêt pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe destpêka bidawîbûna terorê û fermanên li civaka êzidî.

PYD`ê Çarşema Sor li êzidiyan pîroz kir
19 nîsan, 2022   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi peyamekê sersala êzidî (Çarşema Sor) pîroz kir û got:

“Em Cejna Çarşema Sor ku xwedî wateyên biratî û aştiyê ye, li gelê me yê êzidî li welêt û derveyî welêt û tevahî gelê Kurd pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn, bibe destpêka bidawîbûna terorê û fermanan ku li dijî vê kêmneteweya kevnar pêk hatine.

Em hêvî dikin ku di vê cejnê de têkoşîn û berxwedan bê mezinkirin heta ku armancên gelê me yê Kurd û hêviyên wî yên jiyaneke azad û bi rûmet pêk werin.”

(şx)