“Têkoşîna li dijî Sûcan” ya Helebê komeke dizan girt

Nivsîgeha Têkoşîna Li Dijî Sûcên Birêxistinkirî ya Helebê, komeke dizan girt ku xwe wek leşker nîşan dabûn.

“Têkoşîna li dijî Sûcan” ya Helebê komeke dizan girt
19 nîsan, 2022   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 29`ê Adarê welatiyekî agahî daye wan ku 3 kes hatine mala wî û dizî kirine.

Li gorî malperê, komek xwe wekî leşker nîşan daye derbasî male bûne, welatî û hevjîna wî girê dane û ji malê 70 gm zêr û 20 hezar lîreyên Sûriyê dizîne.

Malperê destnîşan kir ku endamên Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî dest bi lêkolîn û şopandina bûyerê kir. Piştî berhevkirina îsabatan, 18`ê Nîsanê endamên wê komê hatin girtin û tiştên ku dizîne hatin desteserkirin.

Di lêpirsînê de li xwe mikur hatin ku xwe wek leşker nîşan dane da ku gumanan ji xwe dûr bixin.

Koma hatiye girtin radestî aliyên têkildar hat kirin da ku li gorî qanûnê werin cezakirin.

(şx)