MXDŞ: Em ê li hember vê êrişê jî heya dawî li ber xwe bidin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir, “Çawa civaka Êzidî li hemberî êrişên DAIŞ’ê li ber xwedan û di 74 fermanên hatine ser civaka me de jî, me çok nedaniye, em ê li himberî vê êrîşê jî heya dawî li ber xwe bidin.”

MXDŞ: Em ê li hember vê êrişê jî heya dawî li ber xwe bidin
19 nîsan, 2022   06:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarê êrişa artêşa Iraqê ya li ser xalên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê ku ji duh ve dest pê kiriye daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ev êriş ji aliyê PDK û dewleta Tirk a dagirker we tê koordînekirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Wek tê zanîn civaka Êzidî di rojên dawî yên pêşwazîkirina cejna Çarşema Nîsanê de ye, di van rojên derbasbûyî de civaka me ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê û siyasetên dijmin nekarîn vegerin Şengalê, bi hêviyeke mezin dixwestin vê cejnê li ser axa bav û kalên xwe Şengala berxwedêr pîroz  bikin. Bi vê armancê gelê me amadekarî ji bo pîrozbahiya cejinê dikir. Lê  duh di saetên êvarî de hêzek ser bi Hekumeta Kazimî bi mudaxaleya ser Seyterya Asayîşa Êzdîxanê a li  komalgeha Dugurê rê li ber şer vekir.

Iraqê bê ku dan û standin bi rêvberiya me re bike, rasterast dest bi êrîşê kir. Di vir de xelkê sivîl û endamên Asayîşa Êzidîxanê birîndar bûn. Piştî wê xwestin navendên asayîşê bixin bin kontrola xwe, lê ji ber ku Asayîşa Êzdîxanê bi zanebûn tevgeriya li vir tu şer rû neda. Bi dan û standin hewl hate dayîn ku ev alozî bidawî bibin. Lê duh di saet 02:00’an şevê de komeke Artêşa Iraqê bi ser Asayîşa Êzdîxanê ya li ser rêya Cidalê a li Nahiya Tilizêr de girtin.

Di encamê de carekî din şer derket. Her wiha ev êrişa bi armanca şikanadina îradeya civaka Êzidî bi Asayişa Êzidxanê re tenê sînordar nema û Iraqê hêzeka xwe sewqî herêmên di bin kontrola YBŞ û YJŞ’ê de kirin. Di encamê de şer derket.  Êrişa artêşa Iraqê  a li ser hêzên me ên parastina Êzdîxanê heye û heya vê kêliya em daxuyanî didin jî dewam dikin.

Li ser vî esasî em ji gelê xwe û dostên xwe re didin diyarkirin ku ev êriş bi şêwazê herî hovane dewam dikin. Ev êriş pîlanên dewleta Tirk pêk tînin û dixwazin vîna gelê me bişkênin. Di vê êrişê de artêşa Iraqê weke ku Artêşa Tirk be wisa tevdigere û xuya dibe ku ev êrîşî ji aliyê PDK’ê û dewleta Tirk ve tê kordîne kirin.

Em wek Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji raya giştî re radigehînin ku çawa civaka Êzidî li hemberî êrişên DAIŞ’ê li ber xwedan û di 74 fermanên hatine ser civaka me de jî, me çok nedaniye, em ê li himberî vê êrîşê jî heya dawî li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedan, parastina civaka xwe û destkeftiyên vî gelî em ê tu rêyekî din hilnebijêrin.

Em di dawiyê de bang li gelê xwe û her kesekî dikin li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. Ev êrişa li ser Şengalê ji ferman û planên beriya niha û peymana 9’ê Cotmehê ne qutin. Piştî hevdîtina Mesrûr Berzanî a bi Erdogan re, ev êriş despêkiriye. Lewma em bang li tevahiya ciwanên xwe dikin tevlî nava vê berxwdanê bibin û destek bidin hêzên xwe yên parastinê. Ev berxwedanî wê heya serkeftinê dewam bike ji ber ku beriya nihe Iraq hatiye agehdarkirin li ser rûdana her aloziyekê ew berpirsyarin.”