Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî: Êrişên Tirkiyê nayên qebûlkirin

Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî Emar Hekîm diyar kir ku bombebaran û êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê nayên qebûlkirin.

Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî: Êrişên Tirkiyê nayên qebûlkirin
19 nîsan, 2022   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm, derbarê êrişa dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî da. Emar Hekîm got: “Bombebaran û êrişên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser Kurdistana Iraqê nayên qebûlkirin.”

Hekîm da zanîn divê hemû welat rêzê li hember serweriya xaka Iraqê bigirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye şeva din berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kiribû û wek binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kiribû.