‘Lêkirina dîwar plana Tirkiye-Iraqê ya ji bo têkbirina rêveberiya Şengalê ye’

Malbatên şehîdan ên Tebqayê û ciwanên bajarê Hesekê lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, her wiha hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin û banga bilindkirina têkoşînê kir.

‘Lêkirina dîwar plana Tirkiye-Iraqê ya ji bo têkbirina rêveberiya Şengalê ye’
19 nîsan, 2022   06:23
HESEKÊ

Bertekên li dijî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de ku wek hewldana derbekirina projeya neteweya demokratîk tê binavkirin, dewam dikin.

Di vê derbarê de malbatên şehîdan li Tebqayê nerazîbûna xwe ji vê yekê re anî ziman û diyar kir ku armanca wan ji lêkirina dîwar parçekirina herêmên Rêveberiya Xweser e.

Dayika şehîd Xelîl Mihemed, Sûad Ehmed got: "Lêkirina dîwar ji aliyê hikumeta Iraqê ve di navbera Şengal û Rojava de, berdewama siyasetên dewleta Tirk ên binpêkirina gelan û dûrxistina wan ji fikra neteweya demokratîk û têkbirina Rêveberiya Xweser a Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Dayika Suad destnîşan kir ku piştî ku gelê Şengalê rastî qirkirin û komkujiyan li destê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin û Rêveberiya Xweser bi rêya birêxistinkirina xwe ava kirin û bi hêza xwe parastina hebûna xwe kirin, serkeftina gelê Şengalê ne bi dilê PDK'ê û hikumeta Iraqê ye, ji ber wê bi desteka dewleta Tirk dîwar lêkirin da ku îradeya gel bişikînin û dorpêç bikin.

Suad Ehmed bi navê malbatên şehîdan ev li Tebqayê ev peyam da: "Gelê Şengalê berxwedêr e, girêdana me bi fikrên azad û îradeya bi hêz dê hemû planên dijberî gelan têk bibe.”

Bavê şehîd Ibrahîm El-Şêx, Mihemed El-Şêx got: "Ev dîwar planeke dewleta Tirk e lê bi destê hikumeta Iraqê û PDK'ê tê lidarxistin, armanc şerkirina li dijî doza kurdî û çêkirina sînoran, dorpêçkirina Rêveberiya xweser a Şengalê ye. Ji ber ku ew projeya pêşxistina gelan e, ne bi dilê dewletên kapîtalîst ên li Rojhilata Navîn e.”

Der barê îdiaya hikumeta Iraqê de ku lêkirina dîwar ji bo parastina herêmê ji DAIŞ'ê ye, got: "Egerev îdia rast bûya bila di 2014'an de ev dîwar lêkirina û parastina gel ji qirkirin û komkujiyan bikira, lê armanca wan dorpêçkirina gel û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya Şengalê ye.”

Mihemed El-Şêx, di dawiyê de got: "Alîkariya me ji bo gelê Şengalê wê ne tenê bi gotinan be, lê bi pratîk be, em ê nameyên xwe bigihînin civata navneteweyî.”

‘EM Ê DÎWAR HILWEŞÎNIN’

Endama Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Hesekê Yûksel Silêman di vê derbarê de got: "Armanca wan pêkanîna planên dewleta Tirk ên dagirkeriyê ye, divê ciwan li dijî komplo û planên dagirkeriyê yên li dijî gelên herêmê rawestin.”

Her wiha ev tişt anî ziman: "Em lêkirina dîwarê ku me ji gelê me yê Başûrê Kurdistanê qut dike şermezer dikin, hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re red dikin.”

Ciwanê Ereb ê bi navê Beşar Ewed jî got: "Şengal nîşana berxwedan û gotina azad e, em dîwar qebûl nakin, em ê îradeya xwe bi hêz pêk tînin û em ê dîwarê hikumeta El-Kazimî hilweşînin.”

Di heman çarçoveyê de Medya Ebdulrehman, bang li ciwanên Başûr kir ku li dijî komployan rawestin û bang li ciwanên Kurdistanê kir ku yekitiya xwe ava bikin û tev li nava hêzên parastina gel HPG bibin da ku ji bo hemû pêvajoyan di nava amadebaşiyê de bin, divê siyasetên dijminan têk bibin û  li dijî xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re dakevin qadan.

ANHA

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/zjsEPsjGxIQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>