​​​​​​​'Dixwazin projeya neteweya demokratîk têk biçe'

Nivîskar û siyasetmedaran da zanîn ku bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e hewl didin projeya neteweya demokratîk a li herêmê têk bibin.

​​​​​​​'Dixwazin projeya neteweya demokratîk têk biçe'
19 nîsan, 2022   01:43
HESEKÊ

Dewletên kapîtalîst her tim di nava hewldanan de ne da ku tevgerên ku banga azadiya gelan û pêkanîna edaletê dikin, tune bikin. Ev yek di komployên dewletên rojavayê yên ku qaşo îdiya azadî, demokrasî û mafên gelan dikin, yên bi dewleta Tirk re eşkere dibe. Hewl dide hêviyên gelên bindest têk bibin ku rêber Ocalan ê banga biryataiya gelan û aştiya navxweyî di navbera hemû gelan dike, ala wê hildaye da ku  bi xwe xwe bi rêve bibe û çarenûsa xwe diyar bike

Komploya navneteweyî ya li ser Rojhilata Navîn ne ji vê kêliyê de dest pê kir û ne tesadufek bû, ew komplo kevn e ku berjewendiyên dewletên rojava yên kapîtalîstê yên bi hikumetên herêmê yên neteweperest ve girê didin. Ew hikumetên li herêmê ji bo nixumandina berjewendiyên xwe yên partiyetî û malbatî yên teng perdeya nîştimaniyê bi kar tînin.

Pirî caran jî ev hikumet nêzîkatiya provokatîv li hember gelên xwe pêk tînin da ku wan li hember çi tevgereke ku banga azadî û wekheviyê dikin bidin şerkirin. Li ser cudakariyê xwe mezin dikin û gel mêtinger nîşan didin ku binketina xwe ya siyasî, aborî û civakî bi wan ve girê bibin.

Mezinahiya komploya navnetweyî ya li ser gelên Rojhilata Navîn eşkere ye ku bi armanca aborî, siyasî û olî ye. Ji ber herêma Rojhilata Navîn dilê cîhanê û navgîna sê parzemînan e. Rojhilata Navîn li ser tengavan e û çavdêriyê li ser girîngtirîn deryayên cîhanê dike û tê de dewlemendiya petrolê ya mezin heye. Ji ber van girîngiya stratejîk a li Rojhilata Navîn her tim hêzên neteweperest li ser şer dikin.

Komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan a di 1999’an,  yek ji komployên li dijî gelên Rojhilata Navîn bû.

/kr/uploads/files/2022/04/18/205148_-.webp

Der barê mijarê de rexnegir û nivîskar Ebdulwehab Pîranî wiha got: "Komploya navneteweyî heye û beriya dîlgirtina rêber Ocalan berdewam e. Lê dîlgirtina rêber Ocalan û xistina PKK’ê di "lîsteya terorê" de ya bi nûnertiya dewleta Tirk temambûna vê komployê ye. Armanc jê ew e ku gendeliyê li herêmê belav bike. Lê bêdengiya domdar a civata navneteweyî ya li hember dîlgirtina rêber Ocalan nîşaneya rasteqîn a berdewama vê komployê ye."

/kr/uploads/files/2022/04/18/205213_-.webp

Li ser dîroka komployên navneteweyê ya li hember gelên herêmê û siyasetên dewletên neteweperestî, siyasetmedarê Kurd Ferhan Dawûd wiha got: "Tişta îro rû dide, berdewama komployên berê yên hêzên kapîtalîst û dewletên herêmê yên neteweperest ên li dijî rêber Abdullan Ocalan e. Texmîn dikirin ku dê bi dîlgirtina rêber Ocalan re mezinbûna projeya demokratîk û rêgeza biratiya gelan têk bibin."

Dawûd wiha domand: "Kapîtalîzma cîhanê baş dizane ku projeya neteweya demokratîk projeya ronasansê ye ku rê li pêş gelan ronî dike û mafên wan misoger dike. Ev proje dê peymanên li dijî çi tevgereke gel têk bibe. Peymanên Sykes-Picot, Sêvres û Lozanê ji bo têkbirina gelan hatin îmzekirin."

‛HÊZÊN HEGEMON BI RÊYA DEWLETÊN NETEWEPEREST HEWL DIDIN PROJEYA DEMOKRATÎK TÊK BIBIN’

Girêdayî mijarê, Dawûd wiha pê de çû: "Bi xwedîderketina gelên herêmê li fikir û felsefeya neteweya demokratîk ya bi nûnertiya rêber û ramyar Abdullah Ocalan re, hêzên li ser cîhanê hegemon in hewl didin bi rêya dewletên neteweperest projeya demokratîk têk bibin, di serî de dewleta Tirk a dagirker ku êrişî herêmê dike û hewl didin peymanên nû ferz bike. Bi wê yekê mayîna hegemoniya xwe ya sedsalekî din misoger dikin."

Pîranî diyar kir ku erka dewleta Tirk hedefgirtina gelên Rojhilata Navîn bi giştî ye û di vê dawiyê jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha domand: "Dewleta Tirk ne pêkhateyeke diyar armanc dike, lê belê armanca wê dagirkirin û berfirehkirin e, ji ber fikirê wê şovenîst e û bi sînorê niha îtîraf nake. Bi wê re bi dewletên navneteweyî re tevkar e ku destwerdanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Iraq, Azerbeycan, Lîbya û hwd dike."

Li ser êrişên berdewam ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhan Dawûd eşkere kir ku ew êriş berdewama komploya navneteweyî ya li dijî gelên herêmê bi giştî ye û wiha anî ziman: "Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re komploya navneteweyî li dijî gelên herêmê bi destekdayîna ji komên îslamî yên tundraw re, mîna Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û hwd zêde bû. Herî dawî jî êrişa DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa û hewldana revandina bi hezaran ji girtiyên DAIŞ’ê hemû belgeyên komplogerên li ser gelên herêmê eşkere kirin."

Di heman çarçoveyê de rexnegir û nivîskarê Kurd Ebdulwehab Pîranî ev tişt got: "Tişta balkêş ew e ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê zêde bûn, bi vê yekê dewleta Tirk roleke neyênî list  û ajandeyên taybet ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn ku çi siyaseteke ji bo Sûriyeke demokratîk pêk were, têk bibe.Bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî êrişî Sûriyê kir ku xewna xwe ya Osmaniya nû pêk bîne."

Pîranî destnîşan kir ku dewleta Tirk her rewşekê ji bo têkbirina projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne û hewl dide armanca kapîtalîzmê ya kontrolkirina cîhanê pêk bîne û fikrên li hember hegemoniya wê dibin asteng têk bibe.

Pîranî bal kişand ser bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişên leşkerî yên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, bi taybet di vê demê de û got ew cihê şoqmayînê û li ser wê gelek nîşaneyên pirsê hene.

Li ser helwesta Amerîka û navneteweyî li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê Ebdulwehab Pîranî wiha got: "Tu helwestên Amerîka û navneteweyî li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê tune ne, tenê rola wê di destekdayîna QSD’ê de li hember çeteyên DAIŞ’ê heye. Lê ew jî cihê pirsê û şoqmayînê ye. Dualîteya danûstandina rojava bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re dikevin çarçoveya komploya berdewam a li dijî gelên herêmê yên bi hesreta azadî û edaletê ne."

Der heqê rêbazên sekna li hember komploya navneteweyî ya li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, siyasetmedar Ferhan Dawûd, girîngiyahevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hermber şikandina baskên kapîtalîzma cîhanê ya bi nûnertiya rejîmên neteweperest, destnîşan kir.

Rexnegir û nivîskarê Kurd Ebdulwehab Pîranî jî bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn kir ku asta zanabûnê bilind bike, da ku derfetê nedin rejîmên kapîtalîst û baskê wê dewleta Tirk a dagirker ku binesaziya civakê hilweşînin û bixin xizmetî ajande û berjewendiyên xwe.

(fr)

ANHA