Li Efrînê şerekî dijwar di nava 2 komên çeteyan de rû dide

Li kantona Efrînê ya dagirkirî ji danê nîvro de, di navbera çeteyên Mutesim Billah û çeteyên Firqeya 9’an ên girêdayî dagirkeriya Tirk şerekî dijwar derket, di encamê de 2 çete hatin kuştin û zêdetirî 10 çete birîndar bûn.

Li Efrînê şerekî dijwar di nava 2 komên çeteyan de rû dide
18 nîsan, 2022   17:55
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên herêmê, li navenda Efrînê ya dagirkirî di navbera çeteyên Mutesim Billah û çeteyên Firqeya 9’an ên girêdayî dagirkeriya Tirk şerekî dijwar bi hemû cureyên çekan rû dide.

Çavkaniyan da zanîn ku di encama pevçûnan de herî kêm 2 çete hatin kuştin û zêdetirî 10 birîndaran çêbûn. Her wiha çeteyên Mutesim Billah hemû baregehên çeteyên Firqeya 9’an ên li  navenda Efrînê kontrol kirin û gelek ji wan dîl girtin.

Pevçûna li kantonê berdewam e.

(fr)

ANHA