Meclisa Jinan êriş û ambargoya dewleta Tirk û hikumeta Şamê şermezar kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiryarên dermirovî yên rejîma Sûriyê û hêzên dagirkeriya Tirk nexasim di vê demê de şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ji bêdengiya xwe ya şermînî li hember sûcên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, derkevin.

Meclisa Jinan êriş û ambargoya dewleta Tirk û hikumeta Şamê şermezar kir
18 nîsan, 2022   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ambargoya hêzên hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên dewleta Tirk a dagirker careke din êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, her wiha bi top û hawinan gundên bajarokê Til Temirê û navenda navçeya Zirganê hedef girtin, di encamê de welatî birîndar bûn, tiliyên zarokeke (13) ji ber topbaranê qut bû, malên welatiyên hilweşîn.

Digel topbaranê, balafirên bêmirov li ser herêmê gerîn ku tires bixin dilê welatiyan.

Di demekê de hêzên rejîma Sûriyê ji zêdetirî mehekê ambargo li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê ferz kiriye, nahêle ard, derman û xwarinê derbas bibe, hêzên dewleta Tirk a dagirker jî êrişên xwe berdewam dikin. Bi vê yekê hemû mîsaq û mafên mirovan ku qedexe dike welatî û pêdiviyên mirovî wek çeka şantaj û zextê bi kar bînin, bin pê dike.

Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên dermirovî ku rejîma Sûriyê û hêzên dewleta Tirk a dagirker pêk tînin şermezar dikin, nexasim ev yek hemwextî dem û yek armancê pêk tên. Em bang li civata navneteweyî dikin ku ji bêdengiya xwe ya şermînî ku li hember sûcên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din ên Sûriyê pêk tên, derkeve, helwest cidî bigire, sînorekî li hember sûcên li dijî gelê Sûriyê deyne, xebateke cidî ji bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê bike, krîza gelê Sûriyê bi dawî bike, armancên gelê Sûriyê, yên Sûriyeke demokratîk, nenavendî ya pirrengî pêk bîne."

(fr)

ANHA