Dayik û ciwanên Şengalê: Em ê li kêlek Asayîşa xwe bisekinin

Piştî artêşa Iraqê li Dîgurê êrişî nuqteya Asayîşa Êzîdxanê kir, dayik û ciwanên Şengalê ji bo piştgiriyê berê xwe da Dîgurê. Dayik û ciwanan diyar kir ku ew ê li hemberî êrişan gav paş ve neavêjin û ew ê tevî asayîşê li ber xwe bidin

Dayik û ciwanên Şengalê: Em ê li kêlek Asayîşa xwe bisekinin
18 nîsan, 2022   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li komelgeha Dîgurê ya bi ser navçeya Sinûnê ve, piştî êrişa nêzî 2 saetan berdewam kir, niha rawestiye. Li Dîgurê artêşa Iraqê êrişî nuqteya  Asayîşa Êzîdxanê kir û alozî berdewam e.

Piştî ku gel bihîst artêşa Iraqê êrişî Asayîşa Êzîdxanê kiriye, ji bo piştgirî bide berxwedana Asayîşê ber bi Dîgurê ve herikî. Di serî de dayik û ciwanên Şengalê bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Asayîş’ piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Asayîşê nîşan da.

Gelê Şengalê ev êriş û ferzkirina artêşa Iraqê qebûl nake û piştgirî dide berxwedana Asayîşa Êzîdxanê. Bi taybet dayikên Şengalê diyar kir ku ew ê li hemberî êrişan gav paş de neavêjin û tevî Asayîşa Êzîdxanê li ber xwe bidin.

Gelê Şengalê li Dîgurê dest bi çalakiya rûniştinê kiriye û diyar dikin ku heya artêş venekişe ew jî naçin.

Li gor agahiyên dawî di encama êrişê de hem ji artêşa Iraqê hem ji Asayîşa Êzîdxanê birîndar hene, lê hejmara birîndaran ne zelal e.

Her wiha di encama êrişa artêşa Iraqê de 2 sivîl birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Sinûnê.