Li Kobanê ji bo destekdayîna hêzên gerîla xwepêşandaneke meşaleyî

Şêniyên Kobanê ji bo destekdayîna berxwedana gerîla û şermezarkirina îxaneta PDK’ê xwepêşandaneke meşaleyê li dar xist.

Li Kobanê ji bo destekdayîna hêzên gerîla xwepêşandaneke meşaleyî
13 nîsan, 2022   20:54
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê bi diruşma "Bijî berxwedana gerîla, hilweşe îxaneta PDK’ê" bi beşdariya bi sedan şênyên Kobanê xwepêşandaneke meşaleyê li dar xist.

Xwepêşandan ji pêş Parka 19’ê Tîrmehê ya li naverasta Kobanê dest pê kir û ber Qada Jina Azad  çû li Qada Şehîd Egîd vegerî mîtîngê.

Li wir, cîgirê hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê Ehmed Derwîş axivî û wiha got: "Em îxaneta malbata Barzanî şermezar dikin, ji ber ev ne cara yekemîn ku ev îxanet li dijî gerîla û gelê Kurd pêk tê, divê malbata Barzanî dev ji îxanetê berde."

Ehmed Derwîş wiha domand: "Bi saya felsefeya rêber Ocalan û hêzên gerîla em îro li ser vê xakê dijîn. Îro dem hatiye ku ciwan çek hilgirin. Ji ber gerîla nûnertiya gel dike û gelê jî nûnertiya gerîla dike û gerîla ev xak zirgar kir."

Derwîş di dawiyê de bang li ciwanan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan serî hildin, li dijî îxaneta PDK’ê û malbata Barzanî bisekinin.

Di dawiyê de di ber stranên şoreşgerî re govend hate gerandin.

ANHA